‘Hikûmetê bi îlankirina OHAL’ê siyaseta demokratîk û azadiya gelan tine hesiband’

16:52

JINHA

COLEMÊRG-Hevseroka Partiya Heremên Demokratîk (DBP) Sabahat Tuncel li gel rêxistinên Colemêrgê û gel civin pêk anî diyar kir ku bi îlankirina rewşa awarte re hikûmetê Siyaseta demokratîk û azadiya gelan tine hesibandiye.

Hevseroka DBP’ ê Sabahat Tuncel li Colemêrgê bi gel re hevdîtin pêk anî Parlementerên HDP’ê ên Colemêrgê Abdullah Zeydan, Nîhat Akdogan û Rêxistinên HDP û DBP’ê tevlî civinê bûn. Sabahatê bi destpêka daxuyaniyê de diyar kir ku hikumetê bi îlankirina Rewşa awarte darbe li demokrasîyê xist û wiha axivi: “Pişti hewldana darbeya leşkerî li Tirkiyyeê rewşa awarte hat îlankirin. Bi rastî hikûmetê bi îlankirina OHAL’ê re dîsa nîşan da ku li Tirkiyê ti demokrasî nîne. Gelên Tirkiyê ne kaos û pêvçûnan bi rêveberiyek demokratîk û siyasetek demokratîk , çareseriyê dixwaze. Hikumet bixwaze dikare ji gelên Tirkiyê re civakek aştî ava bike û bi vi awayî çareseriyê bîne.”

Sabahatê bal kişand ser tecrida li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got ku hikumetê jî dizanî ku çareserî bi Abdullah Ocalan re wê pêk bê wiha berdewam ki: “Pêvajoya çareseriyê ya ku li aliyê birêz Abdullah Ocalan ve hatî dest pê kirin, hikumetê maseya muzakareyê hilweşand û li qesrê dewletek paralel bi tena serê xwe rêve dibe ev jî dest nîşanî kriza siyasî û bê demokratîkbûna Tirkiyê dike. Bi hewldana darbeya leşkerî xwest ku azadiya gelan darizine. Em li hemberî darbeyane û em bi tu awayi qebûl nakin. Lê hikumetê bi îlankirina rewşa awarte darbe li siyaseta demokratîk û hêzên demokratîk da. Ger xwestibana darbeya leşkerî têk bibana divê demokrasî xurt kiribana bi alternatifên siyaseta demokratîk çareser kiriba.”

(zyd-hu)