ROJEVA 3'Ê TEBAXA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

* Dayika Fêrîde bêrîkirina zaroktiya xwe û ciwantiya xwe ya gund wiha vegot: “Niha civak ji derên civakî dur jiyan dikin. Ez beriya wan rojên ku em jin bi hev re diçûn zozanan û sewal didotin. Bila mirov vegerin berê. Ez dixwazim em vegerin jiyana xwe ya paqij û hevpariya berê.”

*Tîma Futbolê ya Jinan a Stêrkê ya Êlih 1955’an ku bi lîstik û serkeftinên xwe navê xwe da bihistin xebatên xwe berdewam dike. Sporîstan gotin: “Em hêza jinên Êlihê nîşanê her kesî didin.”

*Ji Koordînasyona Navenda Îzmîrê ya TMMOB’ê ya Îzmîrê Ozlem Şenyol Kocaer diyar kir ku li qada Kurturparqi ji aliyê şaredariya Bajarê mezin ve projeyek hatiye amakirin û ji ber ev qada xwezayiye, qada sîtê a dîrokiye û ji bo parastina peyzaja wê ya xweser, li dij vê projeyê ne. Ozlem Şenyol Kocaer wiha got: “Armanca me eve ku Kulturparqi ji bo Îzmiriyan bê cihên baş. Ev jî bi birina xweza, çand û dîrokê ya pêşerojê pêkane. Ji bo peyzaja çandî biçe pêşerojê, divê ji betonê xilas bibe. Em dibêjin ku divê sererastkirin û revîzyon di alî de bê kirin.”

*Êzidiyên koçber ên Kampa Newroz komkujiya Êzidiyan a ku di 3'ê Tebaxa sala 2014'an de pêk hatî, ew kêliyên bi trajîk yên ku di dîroka mirovahiyê de deqeke reş pêk tîne vegotin.

*Hevseroka MEYA-DER'ê Ayşe Dîcle di derbarê êrîş û astengiyên derdikevin pêşberî xebatên xwe de axivî û destnîşan kir ku hikumeta AKP'ê dijî nirxê mirovahiyê tev digere.

*Parlementera HPD’ê ya Amedê Feleknas Uca diyar kir ku bi pêşengiya jinan Şengaliyan axa xwe parast û got: “Xwezî zimanê çiyayê Şengalê heba dê gotiba neviyên Derwêşê Evdî çawan axa xwe diparêzin. Jinên bitemen û ciwan çek girtin û xwedî li axa xwe derketin. Teqez gelê Şengalê ne mexdure, berevajî li hember êrîşa dawî parastina xwe ya cewherî pêşxistin.”