'Divê Kulturparqi wek qada kesk bê parastin’

09:04

Ozgu Ozutok /JINHA

ÎZMÎR-Ji Koordînasyona Navenda Îzmîrê ya TMMOB’ê ya Îzmîrê Ozlem Şenyol Kocaer diyar kir ku li qada Kurturparqi ji aliyê şaredariya Bajarê mezin ve projeyek hatiye amakirin û ji ber ev qada xwezayiye, qada sîtê a dîrokiye û ji bo parastina peyzaja wê ya xweser, li dij vê projeyê ne. Ozlem Şenyol Kocaer wiha got: “Armanca me eve ku Kulturparqi ji bo Îzmiriyan bê cihên baş. Ev jî bi birina xweza, çand û dîrokê ya pêşerojê pêkane. Ji bo peyzaja çandî biçe pêşerojê, divê ji betonê xilas bibe. Em dibêjin ku divê sererastkirin û revîzyon di alî de bê kirin.”

Ji aliyê şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê ve têkildarî qada Kulturparqi ya 78 salan projeyek hatiye amadekirin. Li dijî vê projeyê Koordînasyona Navendî ya Îzmîrê ya TMMOB’ê Koma Xebatê ya Kulturparqi ava kir. Bi armanca lêkolînkirina projeyê, sekreteriya komê Odeya Plansaziya Bajar girt ser xwe û Odeya Mîmaran, Odeya Mîmarên Peysajê, Odeya Endezyarên Daristanê, Odeya Endezyarên Zîraatê û Odeya Endezyarên Hawirdorê ji bo lêkolînkirina projeya li Kulturparqê tê çêkirin, raporek berfireh derxistin.

Têkildarî mijarê de Seroka Odeya Plansaziya Bajar Ozlem Şenyol Kocaer axivî û got xebatên wan yên jib o projeya ku ji sala 2014’an heta niha heye berdewam dikin.

Ozlemê diyar kir ku qadên mezin yên bajar, projeyên mezin, ne mumkune ku di bin dîsîplîna pîşeyekê de bê lêkolînkirin û got: “Me ji bo vê komek ava kir. Hedefa me ya sereke eve ku projeya ji bo parqê hatiye amadekirin bê lêkolînkirin. Me paşeroja dîrokî-çandî ya parqê jî lêkolîn kir. Me hemû agahî di vê projeyê de bi cih kirin.

‘Em bi cidiyet nêz dibin’
Ozlemê diyar kir ku ew projeyeke ketiye ber kar û barê fermiye û em vê projeyê girîng dibînin û bi cidiyet nêz dibin.

‘Armanca me parastina hebûna çandiye’

Ozlemê di rapora ku amadekirine de li ser mijarên ku divê bên nîqaşkirin sekinin û got: “Kulturparqi ji bo me girînge. Em odeyên pîşeyî yên jib o qadên Îzmîrê têdikoşine. Di îtîrazên me kirin de, me got divê Kulturparqi bibe qadeke kes, cemawerî. Armanca me eve ku hebûnên çandî yên vir, xwezaya wê bê parastin û biçe pêşerojê.

(hu)