'Hikumeta AKP'ê dijî nirxê mirovahiyê tev digere'
09:05
JINHA
AMED - Hevseroka MEYA-DER'ê Ayşe Dîcle di derbarê êrîş û astengiyên derdikevin pêşberî xebatên xwe de axivî û destnîşan kir ku hikumeta AKP'ê dijî nirxê mirovahiyê tev digere.
Piştî hikumeta AKP'ê û dewleta tirk dawî li peymana pêvajoya çareseriyê ku di 21''ê Adara 2013'an e ji aliyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ve hat destpekin, anî, dest bi konsepta şer kir. Hikumeta AKP'ê bi çekên giran êrîşê bajarên Bakûrê Kurdistanê kir û qetliamên mezin pêk anî. Bi pêvajoya şer re gelek saziyên kurdan jî rastî êrîş û zextan hatin. Saziya ku herî zêde rastî astengî û zextan tê jî Komeleya MEYA-DER'ê ye. Hevseroka MEYA-DER'ê Ayşe Dîcle di derbarê êrîş û astengiyên derdikevin pêşberî xebatên xwe de axivî.
Ayşeyê pêvajoya şer ku ev salek e berdewam dike nirxand û wiha got: "Ev saleke pêvajoyek giran li pêşiya me dimeşe. Lê em ev çend mehin rastî gelek zext û zordariyên mezin tên. Hatiye vê astê ku êdî hezên dewletê bi TOMA û maşineyên zirxî dikevin gorîstanan û dema derfinkirinê di gorîstanan de astengî der dixin. Êdî cenaze ne li gorî daxwaza malbatan li gorî hezên dewletê tên definkirin." Ayşeyê diyar kir ku di standina cenazeyan de rastî gefên polîsan tên û bi tu awayî destûr nayê dayîn ku di definkirina cenazeyan de al bên bêçandin û dirûşme bên berzkirin.
'Ji bo cenaza li gorîstana bêkesan bê definkirin, cenazeyan nadin'
Ayşeyê li ser zext û zordariyên di standina cenazeyan de jî ev tişt got: "Li nexweşxaneyan gelek cenaze hene û destûrê nadin ku em wek saziyek xwedî li cenazeyan derkevin. Ji bo kes xwedî li cenazeyan dernekeve û cenazeyan li gorîstana bêkesan bên defînkirin, astengiyên bivê rengî derdixin pêşberî me. Ji ber cenaze tev hatinê şewîtandin gelek malbat zarokên xwe nas nakin û tehşîs kirinê de zehmet çê dibe. Ji bo DNA'ê xwîn didin lê xwîna ku ji malbatan tê standin bi rojan tên rawestandin."
'Nêzîkatiyên dijî mirovahiyê ye tên meşandin'
Ayşeyê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku armanca dewletê ew e ku em dev ji xebatên xwe berdin û ya herî giring jî di çavê malbatan de me reşbikine. Ayşe yê bilêv kir ku ew tu carî dev ji xebatên xwe bernadin û dê heya dawiyê li ser karên xwe bin. Ayşeyê got ku nêzîkatiya hikumetê ya li hemberî cenazeyan êş û elema malbatan qet bi qat zêde dike.
'Divê êdî dewlet dev ji van polîtîkayan berde'
Ayşeyê anî ziman ku hikûmeta AKP'ê dijî exleqa şer tev digere û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Em ji kîjan alî ve li dîrokê dinêrin di şerê herî mezin de jî rêgezên şer heye. Di şeran de dema ku li qadên şer birindar, mirî anî nexweş hebûn, şer dihat rawestandin û destûrê didin ku cenaze bên definkirin. Dîsa li qadên şer bi her awayî dest nedinan sivilan. Lê îro em dinêrin ku divê pêvajoyê de tu giringiya mirovahiyê tune û nirxên insanî nagirin ber çavan. Bi çav sorî êrîşê jin, zarok û piremêran dikin. Divê êdî dewlet dev ji van polîtîkayan berde."
(ho-mm/rc)