Nobeta Azadiyê di roja 10'an de berdewam dike
09:07
JINHA
AMED - Li Amedê "Nobeta Azadiyê" ku ji bo rakirina tecrîd û azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji aliyê DBP,HDP û KJA'ê hat despêkirin di roja 10'an de berdewam dike.
Li Amedê "Nobeta Azadiyê" ku ji bo rakirina tecrîd û azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji aliyê DBP,HDP û KJA'ê hat despêkirin di roja 10'an de berdewam dike. Çalakiya nobetê bi tevlîbûna gelek welatî li Parka Rojava didome. Li cihê nobetê pankartên li ser "Tecrîta li Îmraliyê bila bi dawî bibe" û "Ne darbeya sîvîlî û leşkerî, em demokrasiya radikal dixwazin" nîvisî û alên DBP'ê hatin daliqandin. Rêveber û nunerên rêxistinên saziyên sivil jî di nobetê de cihên xwe girtin. Nobeta ku heya derengiya şevê dibin dorpêça maşineyên zirxî ya polîsan de berdewam kir.
Piştî ku dawî li çalakiya nobetê hat Hevseroka DBP'ê ya Amedê Abdullah Eflatun daxuyanî da. Abdullah diyar kir ku dê heya dawiyê nobeta xwe ber dewam bikin. Abdullah destnîşan kir ku dê nobeta xwe ji bo cenazeyê endama YPS-JIN'ê Pervîn Taşçi (Berjîn Amargî) ku ji bo definkirinê anîn Amed û hêzên dewletê destûr nada bê defin kirin, dê nobeta xwe li Gorîstana Yenîkoyê bi domînin.
Abdullah ji bo tevlîbûna nobeta cenazeyê bang li her kesî kir. Nobet piştî daxuyaniyê dawî li çalakiya xwe anîn.
(ho/rc)