Rastî îşkenceya zayendî hat û piştre hat surgunkirin!

09:31

JINHA

STENBOL-Aysel Koç ya li girtîgehê ji ber nerehetiya xwe ji bo dermankirina jînekologê çû nexweşxaneyê, ji aliyê doktor ve rastî îşkenceya zayendî hat. Parêzer Eren Keskîn têkildarî rewşa Aysel Koç de axivî û diyar kir ku Ayselê xwestiye serlêdana gilî bike û li ser vê hatiye surgunkirin û astengkirin.

Aysel Koç ya di 2012’an de li Pilûr a Dêrsîmê hat girtin li girtîgeha Tîpa M ya Gevezeyê dima. Aysel ji bo dermankirinê çû nexewşxaneyê lê li wir rastî şîdeta zayendî ya doktor hat. Piştî bûyera hat jiyîn Ayselê serlêdana sûc kir lê dozgeriyê lêpirsîn neda destpêkirin. Îdareya girtîgeha Gebzeyê Aysel surgunê girtîgeha jinan a Sîncanê kir û hewl da pêşî li serlêdana sûc bigire.

Parêzaera Ayselê, Eren Keskîn jî çû Sîncanê û xwest bi Ayselê re hevdîtinê bike. Erenê got bi Ayselê re hevdîtin kiriye û wiha got: “Aysel ji bo dermankirina jînekolojî diçe nexweşxaneya dewletê Darica Farabî. Destpêkê rastî pêkanîna xerab a doktor hatiye. Ayselê destpêkê ji doktor re gotiye amûr qirêjin û xwestiye bê guhertin. Doktor Cemal Yeşîlyurt jî amûr bi lez xistiye malzaroka wê û îşkenceya zayendî kiriye. Ayselê amûr bi xwe derxistiye û ji ber xwîna çûye, ji ser hişê xwe çûye.”

Ji bo astengkirina serlêdana sûc hat surgunkirin

Erenê diyar kir ku di dema dermankirinê de Ayselê xwestiye ku leşker derkevin derve lê leşker li pişt pereyê sekinîne û wiha got: “Divê leşker li wir nemana. Ev jî di esasê de tacîze. Ayselê got rewşa ku jiyaye îşkenceya zayendiye. Beyî daxwaza jinekê her êrîşa li beden tê kirin, êrîşa zayendiye. Piştî vegeriyaye girtîgehê xwestiye serlêdana sûc bike lê îdareya girtîgehê ew surgunê girtîgeha Sîncanê kiriye.

Aysel li 7 girtîgehan hat gerandin!

Erenê destnîşan kir ku kesên gotin ew li dijî darbeyê ne, OHAL ya hilberîna darbeya leşkerîne anîne û got OHAL raste rast bandorê li ser jinan dike û got ji ber OHAL’ê wê mirinên jinan zêde bibin. Erenê da zanîn ku doza Ayselê li Enqereyê tê dîtin û ji ber vê divê li Enqereyê bimana lê ev 4 salin li 7 girtîgehan tê gerandin û got: “Aysel nexweşa epîlepsiyê ye. evqas guhertina girtîgehan ne mirovahiye.”

Erenê bi lêv kir ku şîdeta li ser jinê ji avabûna dewleta mîlîtarîst cuda nayê fikirîn û got: “Mîlîtarîzm asta dawî ya şîdetê ye. Ev şîdet bi rêxistina xweser a jinan dikare bê hilweşandin. Divê rêxistina xweser a jinan pêk bê.”

(odk\hu)