Jinên Êzidî: Me rêxistinbûna xwe avakir
09:47
Evîn Nejdet-Rûken Dêrik/JINHA
QAMIŞLO - Êzidiyên koçber ên Kampa Newroz komkujiya Êzidiyan a ku di 3'ê Tebaxa sala 2014'an de pêk hatî, ew kêliyên bi trajîk yên ku di dîroka mirovahiyê de deqeke reş pêk tîne vegotin.
Çeteyên DAIŞ'ê di 3'ê Tebaxa sala 2014'an de bi awayekî hovane û dij mirovane êrîşên dagirkeriyê birin ser Şengal û herema derdorê. Ev êrîşên DAIŞ'ê yên li dijî Şengalê wek fermana 74'an hat binav kirin. Civaka Êzidî vê fermanê wek fermanên din ji bîr nake û her roja 3'ê Tebaxê di bîra xwe de nû dike. Koçberên Şengalê ên ku di dema dagirkeriyê de berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê û niha li Kampa Newrozê ya girêdayî bajarê Dêrikê dijîn. Jin û zarokên Kampa Newrozê kêliyên dagirkirin û qirkirinê vegotin.
'Me rêxistinbûna xwe avakir'
Yek ji jinên Şengalê Şemê Xwedêda di serî de diyar kir ku ew tevahî kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tîne û wiha got, "Roja fermanê ez û hevjînê xwe me berê xwe da Sinûnê û ji wir jî em derketin çiyayê Şengalê. DAIŞ'ê bi tekbîran ketibûn nava Sinûnê û dest bi komkujiyê kirin. Bi rojan li çiyayê Şengalê em tî û birçî me têkoşîna jiyanê dida. Hin mirov xwe ji zinaran avêtin hinek jî ji birça û tînan mirin. Em aliyê Bakûrê Şengalê bûn, lê aliyê başûr rewş hîna xirabtir bû. Gelek ji wan mirin. Hevaleke min behs dikir ku bi çavên xwe dîtiye 14 jin di rojekê de mirin û kuçikan laşe wan parçe kir. Piştî ku heval gihîştine wir, nû cenazeyên xwe çal kirine. Baweriyê me yê rizgarbûnê nemabû. Bi seya Rêber Apo û şervanên YPG/YPJ'ê û HPG/YJA Starê em rizgar bûn. Me di van du salan de artêşa xwe avakir, asayîşa me jî ava bûye. Niha em rêxistinkirî ne û destûr nadin ku careke din ferman bi ser me ve were."
'YPG-YPJ hatin û em ji wir derxistin'
Perwîn Mehmûd ya di temenê xwe yê piçûk hovîtiyeke mezin dît, wiha got "Em li mal bûn, çeteyan bi ser me de girtin. Me jî baz da û em çûn gundê Heyalê, çeteyan li her derê teqîn pêk dianî. Bi dehan jin hatin girtin. Xwîna wan li qadên Şengalê rijiya. Pir kes tî û birçî mirin. Em heya cihekê meşiyan, xwîşk û birayê min jî gihîştin me, ew li mala xalê me bûn. YPG-YPJ hatin û em ji wir derxistin. Ez hêvî dikim rewşa Şengalê baş bibe, em vegerin ser axa xwe û wek berê bijîn."
'Êzidî bi çekên di destê xwede li berxwedan'
Eyd Bedel (11) yê ji gundê Solaxê ye wiha got, "Beriya Fermanê bi rojekê cejna Çileya Havînê ya Êzidiyan bû û me bi kêfxweşî pîroz kir. Bû êvar û her kes çû mala xwe. Seat 1-2'an dengê teqînê ji gundê Gul Zerik ya nêzîk gundê me hat. Em tirsiyan. Pir kes ji gundiyên me bi hewara wan ve çûn. Em jî çûn çiya. Bav û birayên min li ser kaniyê man û şer kirin. Piştî 3'ê rojan çete hatin nêzîk cihê me bûn. Li wir jî Êzidiyan bi çekên di destên xwe de li ber xwe dan. Heval hatin û pir alîkariya me kirin. Nû can hate ber me. Ger ew nebûna niha yek ji me rizgar nedibû. Em anîn vir. Em niha li kampa Newroz bi cih bûne. Ez bixwe jî hem dixwînim hem jî di saziya Çand û Huner de fêrî folklor, stran, şano û xebatên hunerî dibim."
'Min jî dê xwe ji tehtan biavêta'
Lozîna Qasim jî wiha axivî, "Em li gundê Sîbayê bûn. Me nedizanî ku dê çete êrîşê me bikin. Me wer dizanî ku Pêşmerge li pişta me ye. Lê Pêşmerge revîbûn û em bêparastin hiştin. Neçar em jî reviyan. Gel direviya lê nedizanî bi ku ve biçin. Zarok tî û birçî bûn. Kesek ji bilî YPG-YPJ'ê bi hewara me ve nehat. Di rê de pir bûyerên bi êş min dîtin. Jinên ducanî, di rê de diwelidîn û hevjînên wan nafika pêtikan bi keviran dibirîn. Paşê ew dikirin nav boxçikan û radikirin. Pir jin jî xwe ji zinaran de avêtin, ji bo nekevin destên çeteyan. Ger çete bihatana nêzîk me, min jî dê xwe ji tehtan biavêta." Di dawiyê de jî Lozîna ji jinên ciwan jî dixwaze ku tevlî YJŞ'ê bibin û di aliyê parastinê de xwe xurt bikin."
'Ferman ji jina Êzidî re hat'
Zehrê Şemo ji gundê Rembûsî ye û pêvajoya dagirkirina Mûsûlê û xeteriyên ku nêzîk Şengalê dibû wiha vegot, "Beriya demekê Mûsûl kete destên çeteyan, jixwe nêzîk me bûn. Lê Pêşmergeyên PDK'ê ji me re gotin tiştek tune ye û em we diparêzin. Wê êvarê muxtarê gundê me çûbû cem Pêşmergeyan, dîsa jî gotibûn netirsin, hêza me heye, em li pişt we ne. Heta me dixwest em ji gund derkevin, lê nehiştin. Hin mal derketin, lê ew paşve vegerandin. Roja fermanê jî pêşmergeyên PDK'ê reviyan û xiyanet li me kirin. Çeteyan bi şev êrîşê Şengalê kirin, seat du û nîvan bi ser gundê Gulzerê de girtin. Wir jî nêzîk me bû. Me amedekariya xwe kir û me tiştên xwe li wesayîtê siwar kir, heya nêzîk çiya em çûn. Heya roja din êvarê em hilkişîn çiyayê Şengalê. Em hatin li ser kaniya Pîrexayê ya li çiya heft rojan man. 7 roj di nava zor û zehmetiyan de me têkoşîna jiyanê da. Hin jinan jî axa germ dikirin qirika pitikên xwe. Tiştek nema ku bi serê Êzidiyan de neanîn."
'Em perwerdeya ziman û çek dibînin'
Zehrê wiha qala rêxistinbûna jinên Êzidî kir, "Ez dibêjim ku xebat û têkoşîna jinên Êzidî ne tişteke şaş e. Bila jinên Êzidî rabin ser xwe. Perwerde bibînin û pêşiya jin û ciwanan negirin ku bikarin xwe pêş bixin. Beriya fermanê em dernediketin derve. Me xwe di kuncikan de vedişart, lê DAIŞ hat û em ji kuncikan derxist. Ev ferman ji jinên Êzidî re hat. Di dîrokê de ji tu jinên din re ewqas zilim nehatiye kirin. Li beramberî vê, ji destên me çi tê divê ji bo perwerdekirina xwe bikin. Têkoşîn jî tenê bi şer û çekdarî nabe, bi rêxistinbûnê jî têkoşîn dibe. Niha me xwe li kampê birêxistin kiriye. Li Şengalê jî ev pêşketiye. Meclîsa Avaker ya Êzidiyan saz bûye. Herwiha komînên me hene. Em perwerdeya ziman û çek dibînin. Em dubare nehêlin ferman bi ser me de were. Êdî em dost û dijminên xwe ji hev nas dikin. Me xwe nas kir û em şiyar bûne."
Suad Hisên ji gundê Sîba Şêx Xidiriyê ye, di komkujiyê de malbata wê dikeve destên çeteyan û niha dayîk û 4 birayên wê di destên çeteyan de esîrin. Suad got "Ku em bi fermanê hesiyan, em reviyan heya Çiyayê Şengalê. Li hin deran bang dikirin ji me re ku vegerin, lê rûsipiyên me qebûl nekirin ku em vegerin. Dizanîn ku dê me bikujin. Em bi rojan li çiya man. Paşê Heval bi hewara me ve hatin û em anîn Rojava. Di vê navberê de tu agahiya min ji malbata min nebû. Malbata min du caran hildikişe çiyayê Şengalê lê hercar ji wan re dibêjin, tiştek tune ye û vegeriyane malên xwe. Cara dawî ku ji çiya dadikevin, çete pêşiya wan digirin. Jin û zarokan li wesayîtek siwar dikin û mêran li wesayîtek. Heya demeke dirêj me tu agahî ji bira û dayîka xwe negirt. Paşê hin agahî hatin ku dayika min û her çar birayên min li Reqayê girtî ne."
'Xwezî tenê çeka min hebûya'
Neîme Faris jî di komkujiyê de tevahiya malbata xwe wenda dike. Neîme wiha got, "Ji seat 3'ê de şer destpêkir, heya seat 7'an şer dewam kir. Guleyê çekên me xilas bûn û mêran gotin em jin û zarokan derxînin ji bo nekevin destê çeteyan de. Pêşmergeyan li me xiyanet kir. Herî kêm bila çekên xwe bidana me. Mala bavê min tev wenda ne. Jin hatin firotin. Em hilkişîn çiya û heya 7 rojan em li wir man. Em birçî û tî bûn. Em li erdê dirazan, me pêlavên xwe dikir bin serê xwe. Bi min re deh zarok û sê bûk hebûn. Em ji Sîba Şêxderê heya ber sînorê Rojava meşiyan. Hevalan ji me re xwarin û av anîn. Rê li pêşiya me vekirin. Min dît ku zarok avêtin newala. Pîrejin û kal mirin û hinek ax avêtin ser wan. Çiya bi şev sar û bi roj jî pir germ bû. Min digot xwezî tenê çeka min hebûya ku şer bikira. Piştî demekê gotin YPG-YPJ'ê hat. Heya em bijîn, dê ev birîn ji dilê me dernekeve. Dê dijmin û xayîn ji bîra me naçe. Keç û xortên me jî diçin nav hêzên parastinê û her ku diçe hêza me mezin dibe. "
(rc)