'Ti qanûn me ji Şirnexê ji dîroka me nekare qût bike’
10:20
JINHA
ŞIRNEX – Li Şirnexê tevî êrîşên qirkirinê malbatên bajar terk nekirin, bertek nîşanê pêşnûme qanûna pêşkêşî TBMM’ê hatiye kirin ya têkildarî guhertina navê Şirnexê û ji navendîbûnê xistinê, dan û got: “Armanca wan eve ku dîroka me çanda me bidin jibîrkirin. Emê neyê vê lîstokê. Ti qanûn me ji dîroka me nekare qût bike.”
Piştî berxwedanên rêveberiyên xweser yên gel, hêzên dewletê li Colemêrg û Şirnexê êrîşên qirkirinê pêk anîn û her wiha pêşnûmeqanûna ku ev demek bû dihat plankirin jî pêşkêşî TBMM’ê hat kirin. Di pêşnûme qanûnê de tê gotin ku Colemêrg û Şirnex ji navendîbûnê bê derxistin, Gever û Cizîr bibin navend û navê Colemêrgê bibe Çolemerîk, ya Şirnexê jî bibe Nûh. Malbatên tevî êrîşên qirkirinê yên li Şirnexê berxwedan, bertekên tund nîşanê vê dan. Sabriye Akpinar ya ji Şirnexê veneqetiya diyar kir ku hemû Şirnexî dipên ku vegerin Şirnexê û wiha got: “Em dixwazin vegerin malên xwe. Em naxwazin Şirnex hilweşe. Îro jî qanûn hat derxistin. Ti qanûn wê me ji dîroka me ne neke.”
'Piştî bibe navçe wê zext zêde bibin’
Sabriyeyê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Şirnex ne cihekî ku bibe navçe.Ewqas ciwanên me li dijî tanq û topan bela sedem tênekoşiyan. Em dest ji doza xwe bernadin. Em dizanin ku bibe navçe wê zext zêde bibin. Dibêjin wê navê Şirnexê bibe Nûh. Ev tê wateya jibîrkirina çandê. Kes nekare li gorî xwe navê bajarê me biguhere. Em vê qebûl nakin. Dema me xwest navên gund, tax û bajarên me nekirin Kurdî. Niha ew diguherin. Ev jî ji bo jibîrkirina dîrokê ye. Em heta îro ji dîroka xwe qût nebûne, û jib ir şûnde jî nabin.”
'Ji hesabê ku bidin ditirsin’
Kudret Akpinar ya li Şirnexê dijî jî got ew guhertina navê Şirnexê qebûl nakin û wiha got: “Em ser bilindin. Em ti car dest ji bajarê xwe bernadin. Dewletê gel bi zorê ji xaka wan derxist. Malên wan hildiweşîne. Ew jî têr nekir niha me ji xaka me dike. Em tevî bi dehan tank û topan ji Şirnexê dernakevin. Em qebûl nakin bibe navçe. Ger bibe navçe wê zilm zêde bibe.”
(aı-sg\hu)