Meşa 3 Tebaxê li Çiyayê Şengalê destpêkir
10:32
JINHA
ŞENGAL - Meşa şermezar kirina fermana 3’ê yê Tebaxê li çiyayê Şengalê destpêkir. Li gel miletê Êzîdî ya li çiyayê Şengalê gelek kes beşdarî meşê bûn. Di meşê de sloganên 'Bersiva fermanê xweseriya Şengalê ye' hat qirîn.
Meşa şermezar kirina fermana 3’ê yê Tebaxê li ber gundê Kolka yê Çiyayê Şengalê destpêkir. Li gel miletê Êzîdî yên ku li çiyayê Şengalê jiyan dikin, ji Qampa Newroz û qampên li Başurê Kurdîstanê jî gelek welatî tevli meşê bûn. Cardin ji Rêveberiya Xweseriya Rojava, Heyetek ji YNK, Saziya Malbatên şehîdan ya Kantona Cîzîrî, Mala Êzîdiyan a Kantona Cîzîrê, komek ji Êzidiyên Hesekê û gelek mîvanên din beşdarî meşê bûn.
Di meşê de sloganên “Êzîdxan yek e yek e hol hola Tawusê Melek e” û “Kesk û sor ala me ye, YBŞ hêza me ye” tên bilind kirin û pankartên “Rêxistina jinê azadiya Êzîdxanê ye”, “Ferman veguhere berxwedanê” û “Jinên Êzîdi yên hatin revandin rumet û namusa hemu jinên di jiyanê de ne” hatine hildan.
Meş li ber gundê Kolka destpêkir, dê heya Darkê Qewala berdewam bike û li wir mîtîngek were li darxistin.
(kom/zt)