Jinên Qamişlo bi tilîlî dirûşmeyan şervanên xwe spartin axê
11:09
JINHA
QAMIŞLO- 16 Şervan ku di hemleya Şehîd û Fermandar Ebû Leyla de li Minbicê jiyana xwe ji dest dabûn, duh êvarê ji hêla gel ve bi awayeke girseyî hatin oxirkirin.
Gelê Qamişlo ji bo merasîma şervanên ku li Minbicê di hemleya Şehîd û Fermandar Ebû Leyla de jiyana xwe ji dest dan, herikîn Şehîdgeha Şehîd Delîl Saroxan. Gel bi dirûşmeyên 'Şehîd Namirin' şervanên xwe oxirê bêdawîtiyê kirin. Di merasîmê de 16 şervan ku şervana jin Newroz Seydo jî di nav de, her wiha endamê TEV-DEM Polat Herekol ku di teqîna Qamişlo de jiyana xwe ji dest dabû hatin definkirin. Gel bi alên TEV-DEM, Kongreya Star, YPG-YPJ'ê di merasîmê de amede bûn. Endam û nûnerên sazî û rêxistinên bajêr jî amade bûn. Di serî de merasîma leşkeri ji hêla şervanên YPG-YPJ'ê hat li darxistin. Paşê deqîqeyek bêdengî ji bo şervanên jiyana xwe ji dest dane hat girtin.
Di dewama merasîmê de hevseroka MSD'ê Îlham Ehmed axifî û got "Em bijna xwe li ber van şehîdên azadiyê ditewîn in. Gelek alî dixwazin Meclîsa leşkerî ya Minbicê reş bikin. Ev kes girîngiya Minbicê ji bo herêmê nizanin. Parastina Minbicê tê wata parastina hemû Bakûrê Sûriyê û parastina gelê Rojava."
Piştî axaftina Îlham Ehmed, fermandarê YPG'ê yê bajar Ala Qamişlo axivî û şervanên jiyana xwe ji dest dane, bi bîr anî. Ala ji gel xwest ku li beramberî her cure êrîşan hîna bi hişyarî tevgerin û bibin şopdarên şervanên azadiyê. Di dawiya merasîmê de navê şervanan hate xwendin û gel bi dirûşmeyan cenazeyên şervana hilgirtin ser milên xwe û ew spartin axê.
(lç/cg/rc)