Li gundên Henê û Lîcê 'qedexeyê derketinê' hat îlan kirin

11:20

JINHA

AMED - Walîtiya Amedê li 8 gundên girêdayî navçeyên Licê û Henê "Qedexeya Derketina Kolanan" îlan kir. Qedexeyên 8 gundên Hezro û Lîcê ku berê hatibû îlankirin jî hatin rakirin.

Walîtiya Amedê li 8 gundên Henê û Licê "Qedexeya derketina kolanan" îlan kir. Walîtiyê di daxuyaniyê de diyar kir ku li gundên Turali yê Hênê û gundên Şenlik, Birlik, Abali, Tuzlakoy, Ergînkoy, Çeper û Daralanê yên Lîcê ji saet 03.00'ê 03'ê Tebaxa 2016'an û şûnde qedexeya derketina kolanan hatiye îlankirin.

Walîtiyê di daxuyaniyê de da zanîn ku qedexeya 8 gundên Hezro û Licê yên qedexe hatibû îlankirin jî hatiye rakirin.

Duh jî li 6 gundên Hênê û Lîcê qedexe hatibûn îlankirin û qedexeya derketina kolanan a 6 gundan jî hêj didome.

(kom/rc)