Girtiyên jin yên Tarsûsê binpêkirinên mafan vegotin

12:07

JINHA

MERSÎN- Girtiyên jin yên li Girtîgeha Tîpa C ya Tarsusê dimînin bi nameya ku şandin binpêkirinên mafan yên jiyane vegotin. Jinan wiha got: “Li dijî zextên girtîgehê her ku em çalakiyê pêk tînin, cezayê digirin.Ji ber me lêgerîn tazî û derxistina pêlavan qebûl nekir, ceza girt. Herî dawî jî kamere li hewşa me bi cih kirin û xwestin bi şev û roj me bişopînin. Hevalên me yên kamera rakirin rastî 11 roj cezayê huncreyê hatin. Me xwest em bi midurê duyemîn re hevdîtinê bikin lê qebûl nekirin.”

Girtiyên jin yên li girtîgeha Tîpa C ya Tarsusê diman nameyek ji ajansa me re şandin û pêkanînên jiyan vegotin. Girtiyên jin di nameya ku şandin de diyar kirin ku bi hincetên wekê endamtiya komeleyên jinan, tevlîbûna çalakiyên demokratîk û rêveberiyên partiyên siyasî hatine girtin û got her çalakiya li dijî zextên li girtîgehê pêk anîne bûye sedema cezayê.

'Em li dijî her çalakiyê cezayê digirin’

Jinan di nameyê de wiha gotin: “Her çiqas me li dijî zextên girtîgehê çalakî pêk anî, em rastî cezayê hatin. Mînak her roja çarşemê ji bo azadiya Birêz Ocalan dirûşme tên berzkirin û ji ber em jî dirûşmeyan berz dikin, rastî cezayan tên. Ev der girtîgeha mêran a berê ye û tiştên li mêran pêk tên li me jî pêk tê. Têkildarî vê de me bi duyemîn midûrê saziyê re xwest hevdîtinê pêk bînin. Me re hevdîtin nekirin û me jî li deriyan xist û protesto kir. Lê ji ber vê me ceza girt.”

Jinan destpnîşan kirin ku di çûyîn û hatina nexweşxaneyan de, di serdanên malbatan de û girtinên nû de di vegerên ji dadgehê de lêgerîna tazî ferz dikin û gotin: “Ji ber me lêgerîna tazî protesto kir, em du mehan derneketin hevdîtinên girtî û vekirî. Ji ber vê me ceza girt. Hevalek me ya tenduristiya wê ya rih ne baş û dermankirina psîkolojîk dibîne, dema diçû nexweşxaneyê êrîşê gardiyan kir. Ji ber vê ceza dan vê hevalê. Nexweşên pençeşêrê, hevalên bi giranî birîndar, yên hepatîtê hene. Her roj li bende doktorin. 4 hevalên me dema dibirin dadgehê bi saetan li salonek biçûk dîl hatin girtin û neşandin koxuşê. Li dijî vê em 3 rojan ketin greva birçîbûnê. Ji ber vê ceza dan me. Herî dawî kamera xistin hewşa girtîgehê ku ji bo me şev û roj temaşe bikin. Du hevalan kamera jêkirin û ji ber vê rastî 11 roj cezayê hucreyê hatin.”

(dk\hu)