Jinên Amûdê li hember cînayetê jinan daketin qadê
12:22
JINHA
AMÛDÊ - Li bajarê Amûdê li hember bûyera kuştina jina bi navê Felek Îsmaîl jinan bi armanca protestokirinê meşek li dar xistin û xwestin ku kujer li dadgehê gel were darizandin.
Malbata Felek Îsmaîl û jinên bajarê Amûdê bi pankarta "Na ji zilamê hov re" daketin kolanên bajêr û kuştina Felek Îsmaîl şermezar kirin. Felek Îsmaîl (35) di 31'ê Tîrmehê di şeva zewaca xwe de ji hêla hevjînê xwe Alan Rustem (32) bi awayeke hovene hate qetilkirin. Li beramberî vê nerazîbûna gel û jinan zêde dibe. Lewre jin û malbata Felek Îsmaîl meşek lidar xistin. Jinên meşvan li ber Mala Gel a bajar seknîn û li wir bang li Asayişa Gel kirin ku kujerê Felek Îsmaîl, Alan Rustem di dadgeha gel de were darizandin û biryara wî ji hêla gel were stendin.
Alan Îsmaîl ku tê îdeakirin di aliyê psîkolojîk de pirsgirêkên wî hebûne, di şeva zewaca xwe bi Felek Îsmaîl re, wê bi awayeke hovane îşkence dike û paşê jî dikuje. Alan heya ber destê siharê li cem cenazeyê Felek dimîne û siharê jî ji cihê bûyerê direve. Piştî ku hêzên Asayişa Gel agahdar bûn, lêpirsîn dane destpêkirin û Alan Rustem girtin bin çavan. Lêpirsîna wî dewam dike û di demên pêş de dê encama wê were ragihandin.
Jinan jî dixwazin ku ev doz bi awayeke adîlane bi encam bibe û ji bo kujerên jinan bibe mînak.
(rh/lç/rc)