'Li Warê Êzidîxanê roja bilindkirina alaya berxwedanê ye'

12:36

JINHA

ŞENGAL - Endama Konseya Rêveberiya KCK'ê Sozdar Avesta di mitînga çiyayê Şengalê de bang li ciwanên Êzidî kir û got: "Ez bang li keç û xortên Êzidîxanê dikim, alikariya derve heya astekê ye lê alikariya sereke hun bi xwe ne. Divê hun bi xwe kom bibin û di nava hêzên parastinê de cihê xwe bigirin."

Bi boneya salvegera fermana 73'an ya 3'ê yê Tebaxa sala 2014'an li Çiyayê Şengalê meşek hat lidarxistin. Meşê ji ber gundê Kolka yê Çiyayê Şengalê destpêkir. Li gel Êzîdî yên çiyayê Şengalê ji Qampa Newroz û qampên li Başurê Kurdîstanê jî gelek welatî tevli meşê bûn. Cardin ji Rêveberiya Xweseriya Rojava, Heyetek ji YNK, Saziya Malbatên şehîdan ya Kantona Cîzîrê, Mala Êzîdiyan a Kantona Cîzîrê, komek ji Êzidiyên Hesekê û gelek mîvanên din beşdarî meşê bûn. Meşê heya ber Darkê Qewala berdewam kir. Li ber Derê Qewalan mitîngê despêkir. Mitîngê bi axaftina Komiteya Amadekar despêkir. Paşê jî Endama Konseya Rêveberiya KCK'ê Sozdar Avesta derket dikê û ji bo gelê Şengalê nirxandinên giring kir.

'Birînên Şengalê hina nû ne'

Sozdar despêkê hemû kesên di têkoşîna Şengalê de jiyana xwe ji dest dayî bibîranî û wiha domand: "Dijminê deshilatdar di sed sala 21'an de cardin em bi fermanê re ru bi ru hiştin. Ez hemû şehîdên Şengalê bibîrtînim û li hemberî wan bejna xwe ditewinim. Ez ji bo hemû yên hemêza xwe ji gelê Êzidîxanê re vekirî sipas dikim. Ez xêrhatina Kantona Cizîrê dikim. Du sal ser komkujiyê re derbasbu hina jî birînên Şengalê nu ne. Li hemberî van hemû êşan bi sed hezaran gelê Şengalê li ber xwe didin."

'Emê weke tevgera Apo yî Şengalê biparêzin'

Sozdar destnîşan kir ku ewê heya dawî parastina gelê Şengalê bikin û wiha berdewam kir: "Em weke tevgera Apoyî emê Şengalê biparêzin. Di serî de jî me ji hikumeta herêmê xwest desturê bide em bên gelê xwe biparêzin. Lê wan ji ber berjewendiyên xwe yên siyasî destur nedan. Em cardin dibêjin divê li hemberî hemu desturnedanan me tedbîr girtibana. Lê nebû me nekarî xwe bigihînin Şengalê. Emê ji niha û şonde li gel hemû şert û mercan li Şengalê xwedî derkevin û ticarî wan tenê nehêlin. Ji bo ku Şengal bi çand, ziman û baweriya xwe bijî weke tevgera Apoyî em ê bi hemû hêza xwe piştgirî bidin."

Sozdar nêzîkatiyên Hikumeta Herêma Kurdistanê ya li hember Şengalê jî wiha anî ziman: "Nêzîkatiya Hikumeta Herêma Kurdistanê her dem li gorî berjewendiyên wan bûne. Em bang li hikumeta herêma Kurdistanê, hemû dam û dezgahên siyasî dikin, bila alikariya Şengalê bikin, bila rureşiya xwe ya dîrokî pak bikin. Di roja îro de jî dirutiyek wan a mezin heye. Nahêlin tiştek hilkeve çiyayê Şengalê, hina jî ji bo berjewendiyên xwe çi ji destê wan tê dikin."

'Şengal êdî bi xwe parastina xwe dike'

Sozdar da zanîn ku Şengalê hêza xwe ya parastinê avakiriye û wiha dom kir: "Şengal bi xwe parastina xwe dike. Meclisa xwe avakiriye û rêxistina xwe mezin dike. Divê YJŞ û YBŞ bibin hêzên parastinê yên sereke, ev ji aliyê hemu partî û hêzan ve bê zanîn. Bila baş bê zanîn ku Kurdistan bê Şengal û Şengal jî bê Kurdistan nabe. Divê hêzên navnetewî fermana 73'an weke cenusayid bigirin dest."

'Roja bilindkirina alaya berxwedanêye li Êzidîxanê'

Bila dayîkên Şengalê êdî li cihê girî bilîlînin. Roj ne roja giriye, roj roja bilindkirina ala berxwedanê ye li wargeha Êzidîxanê. Êzidîxan ne bi tenê ye. Lehengên Apoyî li Şengalê şer dikin ji bo azadiya Êzidîxanê. Gelê Êzidîxanê rumeta hemû Kurdistanê ye. Hemu gelên di rojhilata navîn de jiyan dike Şengal ji bo hemuyan modela jiyanê ye. Divê Şengalê weke bingeha demokrasî û jiyana nû bigirin dest. Ji bo wê jî divê ji bo avakirina Şengalê her kes alikarî bikin."

Sozdar bang li ciwanên Êzidî jî kir û got: "Ez bang li keç û xortên Êzidîxanê dikim, alikariya derve heya astekê ye lê alikariya sereke hun bi xwe ne. Divê hun bi xwe kom bibin û di nava hêzên parastinê de cihê xwe bigirin. Êdî parastina xwe nedin destê kesê, bi xwe parastina xwe bikin.

Ez hemû şehidan bibîrtinim. Di kesayeta êzidîxanê de ji Rojava heya Bakurê Kurdistanê, ji Dêrsim heya Herekol û Mihabadê hemû hêzên ku ev gel parastin bi rêzdarî silavdikim. Ez bi navê we hemuyan ji nava çiyayê Şengalê silav ji bo Rêber Apo dişînim û dibêjim azadiya Rêber Apo azadiya Şengalê ye."

(zt)