Jinên Colemêrgê fermana Şengalê şermezar kirin

13:09

JINHA

COLEMÊRG - Bi pêşengiya KJA yê jinên Colemêrgê ji bo 3'ê yê Tebaxê salvegera komkujiya Şengalê daxuyanî dan.

Bi pêşengiya KJA'yê jinên Colemêrgê li ber avahiya Navenda Jiyana Jinan Binevşê bi pankarta "Berxwedana Jinên Êzîdî azadiya jinane" fermana Şengalê bi daxuyaniyekê şermezar kirin. Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Selma Irmak û rêxistinên HDP'ê DBP'ê tevlî daxuyanîyê bû. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka HDP'ê Emîne Armut ve hat xwendin.

Emîne bal kişand ser berxwedana jinên Êzidî û wiha got: "Îro salvegera fermana Şengalê ye. Jinên êzidî li hemberî hovitiya çeteyên DAIŞ'ê ne teslîmyet berxwedan hilbijartin. Çeteyên DAIŞ'ê gelek jin dîl girtin, hijmara jin û zarokên ku niha di destê DAÎŞ'ê de ji 3 sed hezaran derbas dike. Heya ku jinên Êzidi yên di destê çeteyên DAIŞ'ê de azad nebin, em jin nikarin bêjin em azadin.
Jinên Êzidi li hemberî hemû komkujiyan meclîsên kolektif ava kirine û axa xwe terik nekirine. Em bi vê wesileyê hemû kesên li Şengal û tevahiya Kurdistanê di berxwedana xweseriyê de jiyana xwe jidest dane bi rêzdarî bibirtînîn. Her hebe berxwedana jinan."

Daxuyanî bi dirûşmeyên "Jin Jiyan azadî" û "Bijî Berxwedana jinên Êzidî' dawî bû.

(zyd/zt)