Qêrîna jinên Êzidî li her derê Tirkiyeyê ye

13:48

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN-Meclîsa Jinên Êzidî piştî êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li hemberî Şengalê ya di 3’ê Tebaxê de pêk hatiye ‘Roja Çalakiya Navneteweyî ya li Dijî Qirkirina Jinê’ îlan kirin û li ser vê bangê hemû jinên Tirkiyeyê lig elek bajaran bi awayekî hevdem çalakî pêk anîn. Jinan daxwaz kirin ku 3’ê Tebaxê bibe roja çalakiya navneteweyî.

Di duyemîn salvegera komkujiya çeteyên DAIŞ’ê ya li Şengalê de bi banga Meclîsa Jinên Êzidî 3’ê Tebaxê wek ‘roja Çalakiya Navneteweyî ya li Dijî Qirkirina Jinê’ hat îlankirin û li ser vê bangê li gelek deverên cîhanê bi awayekî hevdem çalakî pêk hatin. Li Tirkiyeyê jî lig elek bajaran rêxistinên jinan saet di 11’an de çalakî pêk hatin. Piştî çalakiyê jinan daxuyanî dan û gotin bila 3’ê Tebaxê bibe ‘Roja Çalakiya Navneteweyî ya li Dijî Qirkirina Jinê’.

STENBOL

Li Stenbolê li Cadeya Îstîklalê li kolana Mîs jin hatin cem hev û wêneyên têkildarî komkujiyê de hildan. Aktîvîsta KJA’yê Şafak Ozanli, komkujiya Şengalê şermezar kir û got di komkujiyê de jinên Êzidî rastî êrîşa zayendî hatine, hatine revandin û qetilkirin. Şafakê got: “Şer her tim êşê dide gelan. Destpêkê li jin û zarokan dixin. Piştî komkujiyê 2 sal derbas bûn. Piranî jin û zarok hîna destê DAIŞ’ê de ne. Jin ji bo jiyana xwe wê her tim li qada bin.” Piştî çalakiyê her kesî deqeyek rêz girtin.

ENQERE

KJA û meclîsên HDK-HDP’ê yên jinan li cadeya Yukselê hatin cem hev. Jinan dovîz û pankart hildan. Saet di 11’an de hemû jinan dest bi çalakiya bêdengiyê kir.
Endama KJA’yê Mizgîn Tayşan got tehîda DAIŞ’ê hîna li ser gelê Êzidî û gelê Rojhilata Navîn didome û got: “Ji bo ev tehdîd rabe divê jin têbikoşin. Em bi vê wesîleyê jinên li Şengal, Rojava, Pirsûs, Enqere û qedexeyên derketina derve de hatin qetil kirin bi rêzdarî bibîr tînin.

Platforma Piştevaniya Jinan a ODTU jî di heman saetê de çalakiya bêdengiyê pêk anîn.

EDENE

Jinên li avahiya HDP’ê hatin cem hev daxuyanî dan. Li ser navê Meclîsa Jinan a HDP’ê Gulseren Turalê daxuyanî xwend û got wê her tim li dijî qirkirina li dijî jinên Êzidî têbikoşin. Gulserenê ji bo ev roj wek ‘Roja Çalakiya Navneteweyî ya li Dijî Qirkirina Jinê’ bê qebûlkirin wê berxwedana xwe mezin bikin.”

MERSÎN

Platfoma Jinan a Mersînê jî bi vê wesîleyê çalakiya bêdengiyê ya deqeyekê pêk anîn. Jin li Parqa Zarokan a Ozgur hatin cev û pankarta ‘Em ji qêrîna bêdeng a jinên Êzidî re bibin deng’ vekirin û wêneyên jinên Êzidî hatin hildan. Seroka baskên jinan a Mala Cemê ya Mersînê Zeynep Kaya Çavuş axivî û bang kir ku divê 3’ê Tebaxê ‘Roja Çalakiyê ya li Dijî Qirkirina Jinê’ bê qebûlkirin.

DÎLOK

Jin û LGBTÎ li Dîlokê li Parka Yeşîlsu hatin cem hev û li pişt pankarta ‘Me qirkirina 3’ê Tebaxê û qirkirina jinê jibîr nekiriye, em jibîr nakin’ berhev bûn. Dirûşme hatin berzkirin û dovîz hatin hildan. Hevseroka HDP’a Dîlokê Guler Erat axivî û got di qirkirina Şengalê de gelek jin û zarok hatine revandin, rastî tecawizê hatine û hatine qetikirin.
Çalakî bi nîşandana şanoyê bi dawî bû.

Li Tirkiyeyê wê çalakî di saetên êvarê de berdewam bikin.

(ekip\hu)