Hêzên parastina jinên Rojava yên nû: Parastina-Jin - HATE NÛKIRIN

JINHA

GIRKÊ LEGÊ - Hêzên Parastina Civakê yên jin (HPC-JIN) di 1.konferansa xwe de biryarên girîng girt. Jinan di konferansê de navê xwe guherandin û bi navê Parastina-Jin xwe bi navkirin. Her wiha jinên ku di konferansê de alê Parastina-Jin jî diyar kirine gotin, "Di çerçoveyê perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de me xwe bi rêxistin kir û êdî em hêzê parastinê ne."

Li Kantona Cizîrê duh 1. Konferansa HPC-JIN, bi tevlîbûna 250 delegeyan li Salona Sandîkeya Karkeran a bajarê Rimêlan ya girêdayî Girkê Lekê pêk hat. Konferans bi tevlîbûna Endamên Meclîsa Damezrîner a Sîstema Ferderaliya Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê Foza El-Yûsiv, şervanên YPJ'ê, Asayîşa Jin, Saziyên Civaka Sivîl û Nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk pêk hat. Konferans piştî deqeyek rêzgirtin û hilbijartina dîwanê bi axaftin ji aliyê Endama Meclisa Damezrêner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyê Foza Yûsif axivî ve hat kirin. Fozayê diyar kir ku konferans di rojek dîrokî de pêk hatiye û wiha got, "Rojava û Rojhilata Navîn di pêvajoyek hesas re derbas dibe. Herêma Rojava di bin êrîşê çeteyan de ye. Jin ji ber zîhniyeta serdest rastî şîdet û îşkencê tê. Divê asta têkoşînê bê bilind kirin. Me heya vê astê têkoşîn kiriye û li ber xwe daye, em ê wisa bidomînin jî. Em tucarî berxwedana xwe ranawestînin."

Banga hevgirtinê li tevahî jinan hat kirin

Fozeyê diyar kir ku ew ji 7 salî heya 70'î salî ji bo parastina civakê xwe bi rêxistin dikin û wiha domand, "Em îro bi riya Hêzên Parastina Civakî, xwe bi rêxistin dikin, da ku em karibin pêşengiya xweparastin û parastina civakê bikin û xwe îsbat bikin. Tiştê balkêş di vê hêzê de ew e ku jinên ji hemû temenan cihê xwe di nav de digrin û civaka xwe diparêzin. Ji ber ku civaka me bi xwe, xwe diparêze, wê tu kes nikaribe ku me bi bin bixe. Em weke jin divê em jinan biparêzin. Divê em yek dest bin da ku em karibin li dijî hemû êrîşan bisekinin û nehêlin ku komkujiya ku li Şengalê pêk hat, dîsa dubare bibe. Ji bo wê divê em xwe ji hemû aliyan ve perwerde bikin. Divê hemû jin, hêza xwe bikin yek û rola xwe ya pêşeng bilîzin û têkoşîna xwe bilintir bikin.”

HPC-JIN navê wê bû Parastina-JIN

Piştre hin şiroveyên ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan der barê parastina civakî de di parazanameyên xwe de nivîsandine, ji aliyê Endama Rêveberiya HPC-Jin’ê Nûda Dêrik ve hatin xwendin û belgefîlmek derbarê hêzên parastina civakî de hat pêşandan. Piştî xwendina rapora xebatê salek yê HPC-JIN hatin nirxandin û ji bo plansaziyê biryar hatin girtin. Piştî gotûbêjan rêziknameyê Parastina-JIN ya nû hat xwendin û ji aliyê delegeyên konferansê ve hat erê kirin. Di konferansê de navê HPC-JIN hat guhertin û li şûna wê bû Parastina-JIN. Her wiha alê Parastina-Jin jî hat diyar kirin.

Di konferansê de 45 kes ji bo meclîsê hat hilbijartin

Di konferansê de herî dawî 45 kes ji bo meclîse, 13 kes ji bo koordînasyonê, Hevserok û cîgirên wê hatin hilbijartin. Piştî konferansê jinan li ber deriyê Salona Sendîkayê Karkeran daxuyanî dan. Jinên ku diyar kirin ew konferansa xwe bi biryarên girîng bi dawî kirine û kesên di komkujiya Şengalê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn. Jinan dan zanîn ku di komkujiya Şengalê de bi hezar jin hatine qetilkirin û bi hezaran jin jî di destê DAIŞ'ê de dîlgirtîne û wiha gotin, "Em ê tolê jinan hilînin û em ê carek din jinan tu car bê parastin nehêlin."

'Azadiyê rêbertî azadiyê jinane'

Jinan her wiha di daxuyaniyê de balkişandin ser tecrîda girankirî ya li hember Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha gotin, "Di çerçoveyê perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de me xwe bi rêxistin kir û êdî em hêzê parastinê ne. Azadiyê rêbertî azadiyê jinane." Piştî daxuyaniyê jinên ku tevlî konferansê bûne bi dirûşmeyên, "Bi can bi xwîn em bi tere ne ey Serok" û "Bê Serok jiyan nabe" ji qadê veqetiyan.

(rd/en/rc)