'Berxwedana jinên Êzidî azadiya jina ye’

14:42

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN- Bi wesîleya komkujiya Şengalê jinên Kurdistanê daketin qadan û bi awayekî hevdem çalakî pêk anîn. Jinan gotin: “Berxwedana jinên Êzidî azadiya jinaye. Bi parastina cewherî bersiv dan qirkirinê. Niha di asta ku ji jinên cîhanê re pêşengiyê bikene. Heta yek jinek di destê DAIŞ’ê de bimîne emê têbikoşin.”

RIHA

Li Xelfetî ya Rihayê li Parqa 4 Nîsan Ozgurlukê bi pêşengiya KJA’yê jin hatin cem hev û gotin wan komkujî jibîr nekiriye û wê jibîr nekin. Bi dehan jin hatin cem hev û rêveberên HDP, DBP û hevşedar jî beşdar bûn. Di çalakiyê de pankart hat vekirin û her wiha gelek dovîz hatin hildan. Jinan di çalakiyê de laçikên reş dan serê xwe.

Hevseroka DBP’a Xelfetiyê Afîfe Canpolat axivî û got di 3’ê Tebaxa 2014’an de gelê Êzidî rastî qirkirina DAIŞ’ê hatiye û bi hezaran jin û min û extiyar hatine qetikirin û 5 hezar jin û zarok jî hatine revandin. Afîfeyê diyar kir ku gelê Şengalê li şûna ku xwe li tinebûnê deyne, berxwe daye û bi parastina cewherî bersiv daye.

Piştî daxuyaniyê jinan çarşefên reş avêtin hewayê.

AMED

Li Amedê jî li Parka Koşuyolu li ber Abîdeya Mirovahiyê jin hatin cem hev. Pêkhateyên KJA’yê, jinên ji komkujiya Şengalê xilas bûne, hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê gultan Kişank, parlamenter Nursel Aydogan , Sîbel Yîgîtalp û Feleknas Uca beşdar bûn.

Pankara ‘Berxwedana jinên Êzidî azadiya jinane’ hat vekirin û bê navbre dirûşme hatin berzkirin. Feleknas Ucayê daxuyanya Kurdî û ya Tirk jî endama KJA’yê Ayşe Gokkanê xwend. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku jinên ji DAIŞ’ê xilas bûne hene û got jinan têkoşîneke mezin daye. Ayşeyê di axaftina xwe de da zanîn ku heta yek jin di destê DAIŞ’ê de bimîne wê têbikoşin û got ev komkujî nayên jibîrkirin. Piştî daxuyaniyê çalakiya runiştinê ya deqeyekê pêk hat û piştre ya 5 deqeyan pêk hat.

Jin saet di 15’an de wê biçin kampa Êzidiyan û wê li kampê meşekê pêk bînin.

ÊLIH

Jinên Êlihê jî li ber Navenda Şêwirmendiya Jinan a Selîsê hatin cem hev û ji êş û têkoşîna jinên Êzidî re bûn hevkar. Endamên KJA’yê , parlamenterên HDP’ê Ayşe Acar Başaran û hevserokên DBP’ê beşdar bûn.
Endama KJA’yê Derya Aslan li ser navê girseyê axivî û diyar kir ku jinên Êzidî li dijî qirkirina jinan bi parastina cewherî bersiv dane. Deryayê da zanîn ku jinên Şengalê bûne xwedî heza ku dikarin ji jinên cîhanê re pêşengiyê bikin.

MÊRÎN

Li Mêrdînê jî li Navenda Çandê çalakiyek pêk hat. Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim, xebatkarên saziyên jinan, dayikên aştiyê, xebatkarên şaredariya Şemrexê tevlî çalakiyê bûn. Piştre daxuyaniya hatibû amadekirin hat xwendin. Metna Kurddî Gulser Yildirimê ya Tirkî jî nûnera HDP’ê Ayten Oney xwend.

WAN

Li Wanê jî bi heman armancê çalakî pêk hat. Daxuyanî li Parka Jinan a Şengalê pêk hat û hevseroka HDP’a Wanê Gulîstan Orhan, parlamentera Wanê Bedîa Ozgokçe û gelek kes beşdar bûn. Pankarta ‘Berxwedana jinên Êzidî azadiya jinane’ hat vekirin û piştre çalakiya bêdengiyê ya deqeyekê hat pêkanîn. Piştre daxuyanî hat xwendin û derbasî çalakiya runiştinê ya 5 deqeyan bûn.

(kom/hu)