Mitînga çiyayê Şengalê bi dayîna xwarinê dawî bû

14:44

JINHA

ŞENGAL - Mitînga Şengalê ya ku ji gelek deverên başur û Rojava tevlîbûn çêbû bi dayîna xwarinê dawîbû.

Meşa 3'ê yê Tebaxê li çiyayê Şingalê bigirseyî hat lidar xistin. Di nava meşê de gelek sazî û welatîyên Rojavayê Kurdistanê jî amade bûn. Meşê ji gundê Kolka despêkir hetanî Darên Qewala li wê mitingê despêkir. Jinên di nava mitîngê de diyar kirin ku ji vir û şûnde ewê bixwe xwe rêve bibin û hewceyî tu hêzên din nabin. Di mitingê de Endama Rêveberiya Konseya Serokatiya KCK Sozdar Avesta jî madebû û axaftin kir. Ji Rêveberiya Kantona Cîzîrê Heyfa Erebo jî, Fermandarê YBŞ Dijwar Feqîr, Berdevka Meclîsa Jinan Naem Îlyas û Serokê Meclîsa Avakar ya Çiyayê Şengalê her yek di mîtîngê de derketin dikê û axivîn.
Piştî axaftinan Çand û Hunera Çiyayê Şengalê şanoyek pêşkêş kirin. Ciwana Êzidî Berîvan Heso helbestên li ser fermanê xwend.

Şervana YJŞ'ê Bêrîvan Şengal a ku di tevahiya meşê û mitîngê de parastin dikir got: "Ev fermana hatî serê me sûcê PDK'ê bû. Ji ber ku em xapandin û ji pişt me reviyan. Ji ber vê jî YBŞ û YJŞ wek bersiv dayina fermanê hat avakirin. Em ê gelê xweyê Êzidî biparêzin û dayik û xuşkên xwe ji destê DAIŞ' ê rizgarbikin. Ji ber vê yekê jî tu pêwîstiya gelê me bi tu hêzên din nîne. Piştî revîn bila carek din neyên û li ser gelê me siyaset nedin meşandin. Em wek keç û jinên Êzîdî têra xwe hene û pêwîstiya me ti kesî nîne."

'Em hêvî dikin gelê me li axa xwe xwedî derkevin'

Ciwana binavê Zînê Cesam jî wiha axivî: "Ev meş ji bo 2. Salvegera fermana 3'ê yê Tebaxê hatiye lidarxistin. Em jî weke ciwanên Êzidî tevlî vê meşê bûne. Ji bo wan êsîrên me yên di destê DAIŞ'ê de bên rizgarkirin emê bi her awayî di nava tegerê debin. Divê her Êzidiyên li her devera dijîn vê rojê ji bîr nekin. Ez bang li hemû ciwanên Êzidî dikim vegerin ser axa xwe, li dayik û xuşkên xwe yên di destê DAIŞ'ê de xwedî derkevin."

Mîtîng bi sloganên 'Bijî berxwedana Şengalê', 'Bijî Serok Apo' bidawibû.

Ji bo mîvanên ji derva hatine li Meclîsa Avaker ya Çiyayê Şengalê konê xwarinê hat amade kirin.

(kom/zt/