Komkujiya Şengalê bi çalekiyan hat şermezar kirin
17:34
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN- Li Kantona Cizîrê û Efrînê ji bo şermezarkirina komkujiya Şengalê çalakiyên cur be cur hatin lidarxistin.
Li bajarê Hesekê Kongreya Star bi daxuyaniyekê komkujiya Şengalê şermezar kir. Li bajarê Efrînê jî konê boykotê hate vedan û li wir bi axaftin û daxuyaniyan kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin bîranîn. Kongra Star li taxa Miftî ya bajarê Hesekê daxuyanyek ji bo şermezarkirina komkujiya Şengalê da. Di daxuyaniyê de bi dehan jin, nûnerên rêxistinên jinan jî amade bûn. Endama Rêveber a Kongreya Star Cewher Mihemed daxuyanî xwend. Cewherê di serî de kesên di komkujiyê de hatin qetilkirin bi bîr anî û wiha got, "Du sale bi ser komkujiya Şengalê derbas dibe. Em bi navê Kongrya Star li bajarê Hesekê, dagirkirina Şengalê û qirkirina Kurdên Êzidî şermezar dikin. PDK'ê li beramberî vê dagirkerî û trajediya mirovahiyê li ber xwe neda û Kurdên Êzidî di bin zilma DAIŞ'ê de hişt. Çeteyên DAIŞ'ê bi hezaran Kurdên Êzidî qetil kirin, jinên Êzidî revandin, wan tecawiz kirin û zarokên wan li ber çavên wan qetil kirin."
Di berdewama daxuyaniyê de Cewherê destnîşan kir ku çete jinên Êzidî li bazarê koleyan firotine û wiha hat gotin, "Hîna jî jinên Êzidî di nav destên çeteyên DAIŞ'ê de ne û hêzên navnetewî tu hewldan ji bo rizgarkirina wan nekirine."Cewherê piştgiriya jinên Rojava ji bo jinên Êzidî anî ziman û got, "Em jinên Rojavayê Kurdistanê bi jinên Êzidî re ne. Divê girêdan û hevgirtina me bi xurtî dewam bike. Her wiha daxwaza me ji civaka Navnetewî jî ewe ku ji Kurdên Êzidî re bibin alîkar."
Daxuyanî bi dirûşmyên "Jin Jiyana Azadî", "Jin, Jiyan, Azadî" dawî bû.
Li Kantona Efrînê ji bo şermezarkirina komkujiya Şengalê konek bi navê Konê Boykotê hate vedan. Di bin kon de îro gelê bajêr, endam û nûnerên rêxistin û partî jî amade bûn. Hevseroka Kantona Efrînê Hêvî Mistefa, Seroka Desteya Jinê ya Kantonê Fatma Lekto, Serokê Desteya Karê Derve Silêman Cefer jî li cihê çalakiya konê bokotê amade bûn. Konê boykotê bi posterên şervanan, Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, kesên di komkujiya Şengalê de hatin qetilkirin û alên reş, danîn. Piştî deqeyek rêzgirtinê Hevserokê Hevgirtina Êzidiyan Mistefa Elî Şan axivî. Mistefa got, "Emê şehîdên komkujiyê bi rêzdarî bi bîr tînin û çeteyên DAIŞ'ê ên kujer şermezar dikin."
Endama Rêveber a Kongreya Star Zelal Ciger jî wiha got, "Di vê komkujiyê de mirovahî hate qetilkirin û divê wiha were dîtin." Zelalê balkişand ser girîgiya parastina civakî û da zanîn divê her kes li hember êrîş û komkujiyan parastina cewherî esas bigre û got, "Divê tucar 3'ê Tebaxa sala 2014'an ku li Şengalê komkujî qewimî, dubare nebe. Rêya vê jî xurtkirina mekanîzmeyên parastinê ye."
Endama Yekîtiya Jinên Êzidî Sûzan Nesro jî daxuyanî hat xwedin. Di daxuyaniyan de jî komkujiya 3'ê Tebaxê ya Şengalê hat şermezar kirin û hate xwestin ku tevahiya Kurdistan ji bo azadiya tevahiya herêma Şengalê bikevin nav tevgerê û ji bo rizgariya jin û zarokên di destên çeteyên DAIŞ'ê de jî bikevin nav tevgerê.
(kom/rc)