Hevserok Zulfiye Kîşmîr 10 rojin dibin çavan dene

18:23

JINHA

AMED - 11 kesên di nav de Hevşaredara Pîranê Zulfiye Kîşmîr, rêveberên DBP û HDP'ê jî berî 10 rojan hatin binçavkirin û hêj di bin çavan de ne. Kesên di bin çavan de ji ber çi tên darizandin nayê zanîn.

Li navçeya Pîranê ya Amedê di 25'ê Tîrmehê de di serdagirtina malan de di nav de Hevşaredara Pîranê Zulfiye Kîşmîr, Hevserokê DBP'ê yê navçeyê Abdurrahman Sert. Recep Ateşman Nevzat Guneş, Huseyîn Karaç, Mustafa Kaya, Saît Aktulum, Mustafa Dayan, Ozgur Karakuş û Ferhat Ozyoldaş ev 10 roj in beyî ku tu karûbar bên kirin di bin çavan de ne. 10 kesên sewqî Midûryeta Polîsan a Amedê hatin kirin, duh Hevserokê HDP'ê yê navçeyê Mustafa Alinterî jî anîn.

Ji hêla din ve kesên ev 10 roj in di bin çavan de ne ji çi tên sûcdar kirin nayê zanîn. 11 kes hevdîtina wane bi parêzeran re jî hatiye sînor kirin, hat gotin ku polîs li benda fermana dozger in. Li gorî agahiyên ku hatin dayîn tê gotin ku ji ber pirsgirêkên di navbera Serdozgerê Komarê yê Amedê û Serdozgerê Komarê yê Pîranê de karûbarên îfadeyan nayên kirin.


(zt)