Li Colemêrgê nobeta ji tecritê re na

08:23

JINHA

COLEMÊRG - Li Colemêrgê bi pêşengiya rêxistinên HDP, DBP û KJA yê li ber avahiya şaredariyê nobeta ji tecrîtê re na hat girtin.

Li Colemêrgê bi pêşengiya KJA, DBP û HDP'ê li ber avahiya Şaredariya Colemêrgê bi tevlîbûna Parlementerê Colemêrgê Nîhat Akdogan Hevşaredara Colemêrgê Fatma Yildiz ji bo tecrita ku li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bikin nobet hat girtin. Di çalakiya nobetê de dema ku Pankartên wekî "Ji tecrîtê re na çareserî li îmraliyê ye" hatin vekirin, polîsan êrîş kirin û pankart kom kirin. Piştî komkirina pankartan rêxistinên HDP DBP û KJA yê çalakiya nobetê berdewam kirin.

Girêdayî çalakiyê Parlementerê HDP'ê Nîhat Akdogan daxuyanî da çapemeniyê. Nîhat bal kişand ser hewldana Darbeya leşkerî û tecrîta li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha axivi; "Di ti dîrokên cihanê de neditiye ku li parlementoyek ji aliyê leşkeran ve hatiye bomberan kirin. li Tirkiyê ev tişt hat jiyan kirin. Lê hikumetê bi destnedayina ku daye leşkeran û cerdevanan darbe bi destê xwe li Tirkiyê da jiyan kirin. Em li hemberî darbeyanin û dê li hemberî darbeyan jî bisekinin. Me xwest ku nobeta demokrasi yê bigirin lê polîsan tehemul nekir û êriş kir, pankartên me desteser kirin. Ya ku li vir hatî jiyan kirin jî ew bû ku dewlet demokrasiyê naxwaze herkes jî baş dizane ku aşiti û çareserî ger bê dê encex li îmralyê pêk bê."

Piştî daxuyaniyê nobet berdewam kir. Nobeta şermezarkirina Tecrîta li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û demokrasîyê heya seat 12'an berdewam kir.

(zyd/zt)