ROJEVA 4'Ê TEBAXA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Nûnera Kongra Star ya Başûrê Kurdistan Cîhan Xelîl derbarê destpêkirina Kampanya Îmzeyan ya ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de axivî û got: "Heta em azadiya Birêz Abdullah Ocalan misoger bikin emê di nava çalakiyan de bin."

*Zarokên Geverê diyar kirin ku ew êdî Geverê nasnakin û gotin: "Em nikarîn li kolanan lîstikên xwe bilîzin. Em êdî kolanên Geverê nas nakin. Bi makîneyên xwe avahî û bîranînên me hilweşandin."

*Hevseroka Kantona Cizîrê Heyfa Erebo têkîldarê teqîna li Taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo û geşedanên li Rojava nirxandin kir. Heyfayê diyar kir ku ew ê asta berxwedan û parastinê bilind bikin û wiha got, "Yên bi şêwazên bêexlaq parastina me dixin bin pirsê çete ne. Yên heya niha ev ax parastin gel û zarokên vî gelî bû."

* Li navçeya Gevera Colemêrgê piştî qedexeyê welatî jiyana xwe ji nû ve avadikin. Gelek tiştên malbatan di avahiyên wan de bi kîmyasalê hatine şewitandin. Ew tiştên hatine şewitandin bi destê jin giyan dibîne. Jin hiriya ku hatî şewitandin berhev dike û wek berê çêdikin.

*Suheyla Yatar ku nexşên li ser laçikan fêrî jinên gund kir got: “bila ev çand winda nebe.” Suheyla û jinên gund ji laçikên çêdikin pere qezenc dikin û hedef dikin ku karê xwe mezintir bikin.

*Endama Rêxistina Hevgirtina Alîkariya Aşûrî Ramîna El Nûr diyar kir ku pêşengiya xebatê jin dikin û got, xizmetek mezin ji bo piştevaniya gelê Aşûrî tê dayîn.

*Piştî banga AKP’ê komên faşîst yên darketin kolanan, êrîşê taxan kirin. Yek ji van taxan ya Tuzluçayirê bû. Jinan diyar kir ku ew desturê nadin careke din dewlet komkujiyê pêk bîne û got bi hemû derfetên destê xwe wê berxwe bidin.

* Bedriye Evdil Nasir ku ji gelê Erebe li dijî zilma DAIŞ’ê destpêk keça û piştre kurê xwe şand refên YPJ-YPG’ê. Bediryeyê diyar kir ku zarokên wê ji bo Sûriyeya azad têdikoşin û got: “Niha her du jî hem ji bo azadbûnê û hem jî ji bo azadkirinê amade ne.” Keça Bedriyeyê Penaber û kurê wê Delîl diyar kirin ku ew azadiya xwe deyndarê dayika xwe ne.

*Li bajarê Til Temir baxçeyên ku bi pêşengiyê jinan û organîzeyê Kongreya Star hatibûn çandin, berhemên wê derbasî dezgehên bazarê bajêr dibin. Jinên ku bi kêfxweşî berhemên baxçeyê berhev dikin ji bo gihandina bazarê radestî Komîna Şehîd Hêvîdar ya jinan dikin.