'Heta em azadiya Abdullah Ocalan misoger bikin emê di nava çalakiyan de bin'
09:02
Şengar Biradost/JINHA
SLÊMANÎ - Nûnera Kongra Star ya Başûrê Kurdistan Cîhan Xelîl derbarê destpêkirina Kampanya Îmzeyan ya ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de axivî û got: "Heta em azadiya Birêz Abdullah Ocalan misoger bikin emê di nava çalakiyan de bin."
Kampaniya îmzayan ya ku Kongra Star li Rojava dabû dest pêkirin li Başurê Kurdistanê jî berdewam dike. 31'ê Tîrmehê Kongra Star li Başurê Kurdsistanê kampaniya îmzayan ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dan destpêkirin. Cîhan Xelîl diyar kir ku pêşî wan kampnaya li Rojavayê Kurdistan, Lûbnan dan despêkiirn û niha jî li Başûrê Kurdistanê didomînin. Cîhan balkişand ser ked û felseya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ji bo hemû gelan û got, "Ew ked, fikir û felsefeya Abdullah Ocalan emê her tim ji xwe re esas bigrin û xebatên xwe berfirehtir bikin. Heta em azadiya Birêz Abdullah Ocalan misoger bikin emê di nava çalakiyan de bin.
'Ji bo azadiya Rêber Apo jin li her derê di çalakiyan denin'
Cîhan diyar kir ku, divê CPT'î rapora ku amadekiriye rojek beriya din ji raya giştî re eşkere bike û di derbarê kampaniyayê de jî wiha axivî: "Ev hemleya kampaya îmzeyan ji bo azadiya birêz Abdullah Ocalan me da despêkirin. Me bi gaveke biçûk destpê kir, lê niha li seranserî Kurdistanê ji bo azadiya Rêber Apo çalakî pêk tên. Herî dawî du roj berê li Rojavayê Kurdistan Kantona Efrînê meşeke mezin ji bo azadiya Rêbertî hat li darxistin. Li Rojavayê Kurdistan wê ev çalakî berfirehtir bibin. Ev çalakî wê hem bi giştî û hem jî bi navê Kongra Star bên li darixistin."
Cîhan balkişand ser sîstema Îmralî û wiha pêde çû: "Sîstema li Îmralî ya li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin bi rewşa gelê kurd ve girêdayî ye. Li ser birêz Abdullah Ocalan niha tecrîdeke pir giran heye."
'Divê em jin tecrîda giran baş binirxînin'
Cîhan destnîşan kir ku piştî darbeya leşkerî ya li Tirkiyê Ocalan di nava xeteriyeke mizintir de ye û got; "Ji ber vê divê em wek gelê kurd, wek jinên kurd û wek jinên Rojavayê Kurdistan em vê rewşê baş bigrin dest. Ji ber ku azadiya jin û civakê bi azadiya birêz Abdullah Ocalan ve girêdayî ye."
Cîhan daxuyakirin ku, divê ew wek gelê kurd û jin nêzîkatiya dewletan ku taktîkî nêzî gelê kurd û jinên kurd dibin baş bigrin dest û got: "Êdî emê hewil bidin bi van nêzîkatiyên taktîkî bixapin. Ji ber vê heta sîstema Îmralî bê hilweşandin û Birêz Ocalan azad bibe, emê hertim di nava çalakiyan de bin. Wek jinên Rojavayê Kurdiatanê jî emê çalakiyên xwe berfirehtir bikin."
(zt)