'Li Geverê tiştên hatîn şewitandin bi destê jinan giyan dibînin'

09:07

JINHA

COLEMÊRG - Li navçeya Gevera Colemêrgê piştî qedexeyê welatî jiyana xwe ji nû ve avadikin. Gelek tiştên malbatan di avahiyên wan de bi kîmyasalê hatine şewitandin. Ew tiştên hatine şewitandin bi destê jin giyan dibîne. Jin hiriya ku hatî şewitandin berhev dike û wek berê çêdikin.

Li navçeya Gevera Colemêrgê ku 79 rojan dibin êrîşên giran de li ber xwe da, li gel hemû astengiyên hezên dewletê xebatên xwe yê nû avakirinê didomin. Bi sedan malbatên ku carekadin vedigerin ser ax û avahiyên xwe, tiştên ku hatî xera kirin jî bi destê xwe ji nû ve ava dikin. Jinên ku li taxa Gungorê dijîn jî dest bi xebatên xwe yên ji nû ve avakirinê kirine. Hêzên dewletê avahiyên welatiyên Geverê hilweşandine û tiştên xaniyan de jî tev şewitandine. Piranî nivînên bi keda destê jinê hatine şewitandin. Jin jî serê sibê radibin û hiriya xwe birhev dikin, paqij dikin û dikin nivîn.

'Keda me ya salan şewitandin'

Jinên Geverê yên çanda xwe didin jiyandin hem teşiyê dirêsin û hem jî sitranan dibêjin. Jinên li ber hirî şiştin û rîs ristinê re sitranan dibêjin zarokên wan jî alîkarî dikin. Ji jinên di nava xebatên avakirinê de Sahîfe Taş wiha axivî: "Dema ku qedexe hatî Geverê me got em tu caran axa xwe bernadin û em dernakevin, lê em jî mecbûr bûn derketin. Em cîranên hev ên li heman taxê li bajar û gundên derdorê bilavbûn. Dema qedexe hat rakirin em vegeriyan ser axa xwe. Wê demê hemû tişt hatibû şewitandin. Ked û biranînên kesê nehiştibûn. Me keda salan da Geverê û tiştên xwe wan bi topan hemû şewitandin."

Sahîfe bilêv kir ku ew jinên taxê bi hev re xebatên xwe yên ji nû ve avakirinê berdewam dikin, li ber re jî sitranan dibêjin û wiha berdewam kir: "Em serê sibê radibin û nêzîkî mehekê ye em jinên taxê alîkar hev dibin û hiriya hatî şewitandin berhev dikin. Hiriya xwe bi teşiyê dikim rîs, ya din jî dikim nivîn. Armanca dewletê ew e ku em dev ji axa xwe berdin, lê bila bizanin ku em axa xwe bernadin."

'Bêhna kîmyasalê ji her derê tê'

Habîbe Avci jî wiha axivî: "Em bi salane her tim ji ber êrîşên dewletê ber xwe didin. Dewletê êdî li gel avahiyên me şer kirine. Dema ku em hatin Geverê hemû tiştên me hatibû şewitandin. Em jî li gel cîranên xwe dest didin yêk û hiriya xwe ya hatî şewitandin berhev dikin. Ev nêzî mehekê ye em hiriyê paqij dikin, lê ew bêhna kîmyasalan jê naçe. Em axa xwe bernadin. Ez bang li her kesê dikim axa xwe bernedin, werin em xwedî li Geverê derkevin. Armanca wan bi cîh nekin."

(kom/zt)