Jin pêşengiya Hevgirtina Alîkariya Aşûriyan dikin
09:10
Jînda Azad/JINHA
TIL TEMIR- Endama Rêxistina Hevgirtina Alîkariya Aşûrî Ramîna El Nûr diyar kir ku pêşengiya xebatê jin dikin û got, xizmetek mezin ji bo piştevaniya gelê Aşûrî tê dayîn.
Rêxistina Alîkariyê ya Aşûriyan ku di sala 2004'an hatiye damezirandin û hedefa wê alîkarî bi Aşûrî û gelê herêmê yên di warê madî û menewî de zehmetî dikişin, xebatên xwe di pêvajoya şerê herêmê berfirehtir kirin. Navenda rêxistinê ku li Hesekê hebû, piştî ku çeteyên DAIŞ'ê li ser xeta Xabûr êrîş kirin, li Til Temir jî navendek hat vekirin û jinên Aşûrî ji vê rêxistinê re pêşengtî dikin. Endama rêxistina Hevgirtina Alîkariya Aşûriyan Ramîna Ebîd El Nûr agahiyên derbarê rêxistina xwe wiha parve kir, "Me di sala 2015'an navenda xwe ya li bajar vekir û ji bo piştevaniya bi gelê Kurd, Ereb û Aşûrî me xebat da dest pêkirin. Çeteyên DAIŞ'ê li herêmê malên welatiyan talan kirin, li beramberî vê me jî xebatên piştevaniyê da dest pêkirin."
Ramînayê diyar kir ku piştî rizgarkirina Çiyayê Kizwanê wan li welatiyên wir alîkariya sereke ya jiyanê belav kir û got "Der dorê 1500 kartonên xwarinê li welatiyan hate belavkirin. Piştî teqîna li Tiltemir û hilweşîna nexweşxaneya bajêr, me bi hevkariya Heyva Sor a Kurd re xebatên tendûrustiyê jî meşand."Ramîna diyar kir ku ew niha ji bo perwerdeyê xebateke taybet dikin û wiha pê de çû "Me li bajar hemleyek bi navê 'Ez ê vegerim dibistana xwe' daye destpêkirin. Di vê çarçoveyê de em xebatên ji bo dibistan û vegera xwendevanan li dibistanê dikin. Ev xebata me dê 3'ê mehan berdewam bike. Lê kêleka vê em ê li gundan jî yek bi yek bigerin. Pêdiviyên wan bipirsin û ji bo pêşwazîkirina pêwîstiyên wan tev bigerin. Di navenda me de jî ji bo zarok û jinên ku ji êrîşa çeteyan bandor bûne, xebatên şêwirmendî û alîkariya derûnî tê dayîn."
Remîneyê derbarê xebatkarên rêxistinê li bajar jî ev agahî da "Em bi giştî 11 kesin. Jinên di rêxistinê de pir çalakin û ji tevahiya karên ku em didin pêşiya xwe bi baldarî û berpirsyarî tev digerin. Ez ji tevahiya jinan dixwazim ku ruhê berpirsyar ê civakî nîşan bidin."
(lç/rc)