Jinên Elewî:Emê tax û nasnameya xwe biparêzin

09:12

JINHA

ENQERE- Piştî banga AKP’ê komên faşîst yên darketin kolanan, êrîşê taxan kirin. Yek ji van taxan ya Tuzluçayirê bû. Jinan diyar kir ku ew desturê nadin careke din dewlet komkujiyê pêk bîne û got bi hemû derfetên destê xwe wê berxwe bidin.

Piştî hewldana darbeya 15’ê Tebaxê şûnde bi banga AKP’ê re komên faşîst yên daketin kolanan êrîşên taxên Elewî, Kurd û her wiha jin û Suriyeyiyan kirin. Yek ji van taxan Tuzluçayir ya ku Elewî û şoreşger lê dijîne. Şêniyên taxê diyar kirin ku dewletê di her demê de êrîşê wan kirine û got ew li dijî van êrîşan naçewisin û wê berxwe bidin.

'Hewldan provakasyonê bikin’

Alîye Ozkan ya li taxa Tuzluçayirê dijî got ew ev 10 sale li vê taxê rudine û got ew wek Elewiyekî tercîh dike ku li vir bijî. Aliyeyê bi lêv kir ku piştî hewldana darbeyê şûnde ji bo çi dibe fêm bikin daketine kolanan û rastî êrîşa hatine. Aliyeyê wiha got: “Yên bi banga AKP’ê daketin kolananli kolanên me li kornayan dan û strana ‘olurum Turkiyem’ digotin. Hewldan provakasyonê bikin. Me wek tax biryar girtibû ku em mudaxale nekin. Me ti tiştek nekir. Lê ew bi israr ketin taxa me û em texrîk kirin.

‘Piştgiriya polîs digirin’

Aliyeyê bi lêv kir ku faşîstan gelek caran bi gotinan em tacîz kirin û got: “Di vê rewşê de me mudaxale kir.Li vê taxê zêde Elewî dijîn. Li vir tekbîr kişandin. Strana Olurum Turkiyen gotin. hewldan provakasyonê bikin. Rojek piştî darbey em ji bo parastina xwe payîn. Sê TOMA’yan bi ava şîd û bombeyên gazê êrîş kir. Piştre komên zîhniyeta DAIŞ’ê yên daketin kolanan êrîşê gelê taxê kirin. Polîs mudaxaleyê wan nekir. Polîs piştgirî da wan.”

'Em tax û nasnameya xwe biparêzin’

Aliyeyê got ji ber Tuzluçayir taxek bi rêxistin û berxwe dide ye rastî êrîşan tê û got dewlet ji bo pergala xwe her tiştî tine dike. Aliyeyê da zanîn ku ewê taxa xwe biparêzin.

'Tekbîr kişandin, dirûşme berzkirin’

Xwendekara zanîngehê Eda Kaya got girseya AKP’ê ya di bin navê demokrasiyê de daketin kolanan ti eleqeya wan bi demokrasiyê tine û got: “Li Tuzlu çayirê kesên ku dewlet dixwaze asîmîle bike dijîn. Ji ber vê her tim rastî êrîşan tên. piştî darbeyê komên daketin kolanan berê xwe dan vir. Tekbîr kişandin û dirûşmeyên nîjadperest berzkirin. Hewl dan gelê vir bitirsînin. Piştî gelê herêmê bersiv da van şûnde kişiyan. Pişt polîs bi gaz û avê êrîş kirin. Ev kom bi piştgiriya polîs tê vir û êrîş kir. Dewlet van koman li dijî gel bikartîne.”

Edayê got ev êrîşên faşîzan bi Tuzluçayirê ne sînore û got li her derê Tirkiyeyê êrîş dikin. Edayê got AKP ji bo rehetir êrîşê gel bike biryara OHAL’ê girtiye. Edayê got divê rêxistinî hebe û li dijî hemû êrîşan bibin yek û got ew wê kolanan ti car vala nehêlin.

(mc\hu)