Ji bo endama YPS-JIN’ê Xezal Aslan li Wanê mewlud hat dayîn

16:15

JINHA

WAN – Ji aliyê malbatê ve ji bo Endama YPS-JIN’ê Xezal Aslan (Feraşîn Sidar) mewlud dan.

Ji bo YPS-JIN’ê Xezal Aslan (Feraşîn Sidar) li konê şînê yê li ber mala wan a li Taxa Karşiyaka ya navçeya Rêya Ermişê ya Wanê hatî danîn mewlud hat dayîn. Di konê şînê yê wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û Xezalê cîh girtî de parlementerên HDP’ê yên Wanê Bedia Ozgokçe û Lezgîn Botan, rêveberên navend û navçeyên DBP û HDP’ê, rêveberên TUHAD-DER, MEYA-DER, Komeleya Rojava, KURDİ-DER, DİYA-DER jî di navê de bi hezaran welatî beşarî mewludê bun. Piştî xwendina mewludê girseyê ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe jidest dane deqeyek rêz hat girtin, paşê jî diruşmên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bilind kirin.

‘Di vê pêvajoyê de jinan li ber xwe da’

Paşê jî Hevseroka MEYA-DER’a Wanê Nerîman Urar got: “Li ber hemû şehîdên azadiyê bi rêzdarî bejna xwe ditewînim. Ji ber ku wan di qada legalê de nasname, ziman û ramanên xwe jiyan nekirin çun di rêya azadiyê de şer kirin. Emê jî li vêderê xeta wan berdewam bikin. Di vê pêvajoya dîrokî de jinan rolek giring girtin. Xwestin jinan di qirkirinê re derbasbikin, lê biserneketin. Ji ber ku jinan vînek mezin nîşan dan.”

Piştî axaftinan polis hatin cihê taziyê û hewildan dest danin ser posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û Xezalê. DBP yî û HDP yî ketin navberê. Jinên di konê şînê debûn bi tilîliyan bersiv dan polîsan.

(zt)