Li girtîgehê OHAL:Rojname û pirtûk qedexeye!

16:16

JINHA

STENBOL – Piştî îlan kirina OHAL’ê li girtîgehan tundî zêdetir bûn û rojnemeyên Ozgur Gundem, Cunhuriyet, Birgun û Evrenselê nadin girtiyan. Biryara komkirina pirtûkên Wêşana Aramê jî dan.

Piştî îlan kirina OHAL’ê li girtîgeha tundiyên li ser girtiyên siyasî her diçê zêdetir dibin. Rojên debasbûyî de girtiyên Girtîgeha Bakirkoya Stenbolê yên ji doza DHKP-C’ê bi armanca ku bi malbatan re nikarin hevdîtin bikin odê dan ber agir. Piştî wê girtiyên DHKP- C’yî sirgûnî Girtîgeha hejmar 9 ya Silîvrî kirin û rojnemeyên wek Ozgur Gundem Evrensel, Birgûn û Cumhuriyêtê nadin girtiyan. Bi hinceta ev ‘ Ev rojname qedexene’ rojnema nadin jinên girtî.

Li aliyê din li Girtîgiha Tîpa M Gebze bi hinceta biryar heyê ‘Pirtûkên Weşana Aramê’ hatin komkirin. Pirtûka nivîskar Rojbîn Perîşan bi navê ‘ Gozlerîmin Agidiyla senî Beklemek’ bi hînceta ‘Biryara komkirinê heye’ hat destêserkirin. Pirtuka nivîskar hat rewşêk ku bi we bi xwe re veşartî bê.

(ek/dt-hu)