Serlêdana havdîtina bi Abdullah Ocalan re hat redkirin
17:38
JINHA
STENBOL - Serlêdana parêzer û malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ji bo hevdîtinê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ve careke din hat redkirin.
Serlêdana parêzer û malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê ku piştî hewldana darbeyê der barê rewşa wî de fikar zêde bûn û agahî nayê wergirtin ji bo hevdîtinê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ve careke din hat redkirin. Parêzer Cengîz Yureklî, Ebru Gunay û Faîk Ozgur Erol û malbata Ocalan û malbatên 3 girtiyên din ji bo hevdîtinê îro serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dabûn.
Serlêdena parêzer û malbatan careke din bi awayeke neyînî hat bersivandin. Piştî biryara OHAL'ê 1'emîn Dadgeriya Înfazê ya Bursayê hevdîtin qedexe kiribû.
(zt)