ROJEVA 5'Ê TEBAXA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
*Bi hewla darbeyê û OHAL'ê re tevahî aliyên mûxalîf hatin tasfiye kirin û bêdeng kirin. Endama Şaxa TGS'ê ya Enqerê Esra Koçak têkîldarê operasyonên ser çapemeniyê nirxandin kir û destnîşan kir ku AKP'ê dixwaze her kes bi yek dengî bêje "Padîşahê min gelek bijî". Esrayê balkişand ku di qadê çapemeniyê de dengek bi hêz derneketiye û banga rêxistinbûnê li tevahî hempîşeyên xwe kir.
* Dû zarokên birayên hev Kawa û Egîd tiştên ku di xaniyê wan de hatî şewitandin hesinên wan difiroşin û pereyên qezenç dikin ji bo avakirina mala xwe didin hev.
* Di Tîma Futbolê ya Hêza Jinên Colemêrgê de jin ji bo ku bigihîjin ligên herî bilin bê navber antremanên xwe berdewam dikin. Di Tîmê de 22 jin bê navber ji bo serketinê dixebitin.
*Li Êlihê di 7’ê Tebaxê de bi daxwaza ‘Li dijî darbeyan demokrasiya radîkal’ wê mîtîng pêk bê. Hevserokên HDP û DBP’ê gotin: “Em wek parêzvanên demokrasiyê yên esas wê li Êlihê li qada bin. Em li dora îdeolojî felfeya Birêz Ocalan hemû gelê xwe vexwendiyê mîtîngê dikin.”
* Jinên ciwan ên bajarê Qamişlo têkoşîna YPJ'ê weke sembola berxwedana jinên Rojavayê Kurdistanê bi nav kirin û wiha gotin: "Di şoreşa Rojavayê
Kurdistanê de YPJ'ê bû pêşengê têkoşînê ji bo tevahî jinan."
*Li Brezîlayay ku şîdet û komkujiya jinan zêde tê jiyîn tevî ku qanûn hene jî polîs jî dadgeh jî peywira xwe naynin cih. Ana Claudîa Mendes ku di xebatên têkoşîna şîdeta li hemberî jinê de cih digire diyar kir ku ji ber cezayên di cih de nayên dayîn kuştinên jinan zêde bûne.
*Welatiyên Sûrê diyar kirin ku piştî parastina cewherî, polîsan kesên çeteyên hişbirinê resxistin kirin û hişbir li kolanê Sûrê belav kirine û wiha berdewam kir: “Dema berxwedana Sûrê tu kesî ku hişbirê difiroşê ji tirsa nedihat kolanên Sûrê. Niha polîs nezîkî wan kesan dibin û firoşkerê hişbirê dixin taxan.”
*Emîne Acar ya di jiyana xwe de sê caran hat surgunkirin tevî polîs li ser bana wê sekinîne jî Nisêbînê terk nake. Emîne di dema qedexeyê de ciwanên hinek ji mala wê dûr tê dikoşiyan, mereqa ku jiya vedibêje.
*Li Colemêrgê Navenda Jinê a Binevşê dest bi xebatên anketekê li ser rewşa jinan kiriye. Koordînatora Binevşê Sozdar Koç diyar kir ku daxwaziya jina bi pîranî ewe ku tundî xilas bibe.
*Jinan diyar kirin ku divê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û wiha gotin, "Abdullah Ocalan di bin tecrîdê de girtin û destûrê hevdîtinê ya ligel malbatê nedayîn tê wateyê, demokrasiyê ji holê rakirin, jin û zarok jî navde mafê jiyanê tune hesibandine."