'Divê mafê gel yê girtina agahiyan neyê asteng kirin'

09:01

JINHA

ENQERE - Bi hewla darbeyê û OHAL'ê re tevahî aliyên mûxalîf hatin tasfiye kirin û bêdeng kirin. Endama Şaxa TGS'ê ya Enqerê Esra Koçak têkîldarê operasyonên ser çapemeniyê nirxandin kir û destnîşan kir ku AKP'ê dixwaze her kes bi yek dengî bêje "Padîşahê min gelek bijî". Esrayê balkişand ku di qadê çapemeniyê de dengek bi hêz derneketiye û banga rêxistinbûnê li tevahî hempîşeyên xwe kir.

Piştî hewla darbeya 15'ê Tîrmehê û pêre îlana Rewşa Awerte (OHAL) re hikûmeta AKP'ê û Serokomar li hember tevahî saziyên mûxalîf operasyonên tasfiye dan destpêkirin. Di operasyonên tunekirinê de ya li hember çapemeniyê; 6 ajansa nûçeyan, 16 televîzyon, 23 radyo, 45 rojname, 15 kovar û 29 weşanxane hatin girtin. Têkîdarê mijarê Alîkarê Serokê Şaxa TGS'ê ya Enqerê Esra Koçak diyar kir ku Serokomar û AKP'ê hewldidin tevahî aliyên mûxalîf bêdeng bikin.

'Cardin bê tehmûliyê xwe dan der'

Esrayê destnîşan kir ku hikûmetê bi hewla darbê û biryarê OHAL'ê re operasyonên xwe dane destpêkirin û wiha got, "Ji bo hikûmetê yê girîng dezgehên xwe yê weşanê avakirine û bi pênûsşorên xwe yek dengî avakirine. Li hember aliyên mûxalîf, nivîs û nûçe cardin bê tehmûliyê xwe dan der."

'Divê mafê gel yê girtina agahiyan neyê asteng kirin'

Esrayê da zanîn ku bi binçavkirinan re maf tên binpêkirin û fikrê azad ziyan dibîne û wiha pêde çû, "Li hember rojnameger û alîgirên demokrasiyê pêk anînên dervî hiqûqê di meriyetê de ye. Divê mafê gel yê girtina agahiyan neyê asteng kirin." Esrayê bilêvkir ku divê doznameyên derbarê rojnamegeran de di demek kurt de bi aweyek zelal bên parvekirin û wiha dirêjî da gotina xwe. Esrayê herî dawî balkişand ser pêk anînên di rewşa awerte de û vê yekê got, "Ev îlana serdestiyê ye. Bi bêdengkirina weşanê dixwaze yek dengî avabike. Li hember vê divê tevahî hempîşeyên me xwe bi rêxistin bikin."

(mc/rc)