Jinên ciwan YPJ pêşengê têkoşîna xwe dibînin

09:07

Rabîa Êto/JINHA

QAMIŞLO- Jinên ciwan ên bajarê Qamişlo têkoşîna YPJ'ê weke sembola berxwedana jinên Rojavayê Kurdistanê bi nav kirin û wiha gotin: "Di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de YPJ'ê bû pêşengê têkoşînê ji bo tevahî jinan."

YPJ'ê wek artêşa azad a jinan li Rojavayê Kurdistanê ji dema damezirandinê heya niha feraseta parastinê de destkeftiyên mezin avakir. Jinên ciwan ên bajarê Qamişlo ku cihê xwe di nava kar û xebatên cûda de digirn, girîngî û wateya artêşa jinê YPJ'ê rave kirin. Jinên ciwan gotin: "Em bi saya berxwedana YPJ'ê îro gihiştine astên herî bilind ya serkeftinê, di kesayeta YPJ'ê de em gavên mezin ber bi azadiya jinan ve davêjin."

'Têkoşîna YPJ'ê têkoşîna ji bo tevahî jinên cîhanê ye'

Endama TEV-ÇAND a Navenda Mihemed Şêxo a bajarê Qamişlo Cewahir Çolî got ku bi avakirina YPJ'ê re em careke din mafê xwe bidest dixînin û wiha pê de çû: "Bi pêxistina çirûska 19'ê Tîrmehê me jî weke jin vîna xwe di hemû hêlan de careke din xurtir kir. Me di warê leşkerî di kesayeta YPJ'ê de deskeftiyên mezin bidestxistin, beriya ku YPJ'ê bê avakirin me hîs dikir ku em bê hêz in. Lê bi avakirina YPJ'ê re hemû jinan tevlîbûna xwe ji her qadên xebatê re dan çêkirin û bi hev re hêza û vîna jin derxistin holê. Her kes li vê hêza jina Rojava matmayî ma, niha çavê tevahî cîhanê jî li jina kurd e. Weke ku YPJ'ê li eniyên şer ên herî pêş li dijî dijminekî hov li berxwe didin, em ê jî di heman rêyê de li dijî hemû kiryarên dijî jin û xaka Kurdistanê têbikoşin."

'Divê jin bi bawerî gavên xwe yên serkeftinê bavêje'

Endama TJC (Tevgera Jinên Ciwan) Bêrîtan Mihemed jî li ser têkoşîna YPJ'ê û giringiya di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de wiha got, "YPJ'ê ji bo her jinekê wateyek xwe ya girabuha heye. YPJ'ê di nava şoreşê de bandora xwe li her jinekê û tevahî civakê kiriye. Jinan bi pêşengtiya YPJ'ê gelek armancên xwe bi cih anîn, hêviyên ku bi sedê salan ji jinan re mîna xewnekê bûn, di şoreşa Rojava de hemû xeyal bi vîna jinê bûn rastî û li tevahî cîhanê deng veda."

'Bi avakirina YPJê re jin rabûn ser piyan'

Di dawî de endama TJC Bihar Dawaid jî got ku YPJ'ê bandora xwe pir mezin li ser me hebû ji ber ku me êdî ew sînor ku jin di hundirê malê de bimîne nema ye. Ji ber ku bi avakirina YPJ'ê re êdî jin rabûn li ser piyan weke tê zanîn ku jin êdî di nava saziyan de cih digere. Di dawî de Bihar serkeftin ji YPJ'ê re xwest û ji hemû jinan xwest ku êdî di malê de nemîne û tevlî nava xebatê bi rêxistinbûyî bibin.

(en/rc)