Li kolanên Sûrê çeteyên hişbirê yên piştgiriya polîsan girtine!

09:11

Medine Mamedoglu/JINHA

AMED – Welatiyên Sûrê diyar kirin ku piştî parastina cewherî, polîsan kesên çeteyên hişbirinê resxistin kirin û hişbir li kolanê Sûrê belav kirine û wiha berdewam kir: “Dema berxwedana Sûrê tu kesî ku hişbirê difiroşê ji tirsa nedihat kolanên Sûrê. Niha polîs nezîkî wan kesan dibin û firoşkerê hişbirê dixin taxan.”

Berî du rojan li kolana Îskender a Cadeya Înonu ya Sûra Amedê di navbera 15 kesên hişbir û xwediyê kafê Medenî Kastarli û birayê wî Adnan Kastarli de alozî derket. Di aloziyê de kesên hişbir rastê rast gulê barandin derdorê û di encama gulebaranê de jinek hat qetilkirin. Jina bi navê Husna Kastarli ji milê xwe yê çapê birîndar bû û li cihê bûyêre jiyana xwe ji destda û xizmê we Mehmet Kastarli û welatiyê bi navê Engîn Durmuş jî birîndar bûn. Şahîdê bûyêre diyar kirin ku polîs mudaxelayî êrîşa bi çek nekiriye û ambûlans piştî saetan hatiye cihê bûyêre.

‘Di demên berxwedanê de tu kes nikarîbû bikevê kolanê’

Di 2’ê kanunê de li Sûrê ‘qedexeya derketina derve’ hat îlan kirin û hîn jî li 4 kolanan qedexe berdewam dike û dewlet dixwazê jiyana kolektîf û piştgiriya gel bişkînê. Lijneya Wezîran bi lez ‘Destdayîn’ danîn ser Sûrê û her serê kolanan xistin nokteya polîsan. Gel polîtikayên koçberkirinê vala derxistin û niha jî dixwazin çeteyên hişbirê bixin navçeyê. Her tim gelê Sûrê çavê xwe ji kesên ku hişbirê difiroşin re digirtin lê piştî berxwedana parastina cewherî tu kesî newêrîbû têkevê kolanên Sûrê, niha polîs dixwazin van kesan dîsa bixin taxan.

'Em nikarin li taxê rehet bêhnê bigirin’

Jina ku navê xwe neda bi lêv kir ku polîs li taxa Îşkenderpaşa ciwana hînê hişbirê û fuhuşê dikin û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Êdî em li her serê kolanan kesên hişbirê dibînin. Di dema berxwedanê de me rehet karî bû herin mala xwe niha em bi tirs diçin malên xwe. Em nikarin heya dereng ji dervê bimînin. Ew kes heya haqaret li dayikên ku di kolana de jî derbas dibin dikin. Polîs ji welatiyan re bersiva ‘ Ne girînge tiştek nabe’ didin.”

'Polîsan bûyer temaşê kir’

Jina navê xwe neda behsa bûyera Husna ku hatî qetilkirin kir û ev tişt gotin: “Ev bûyer li kolana ku qeymeqamtî têde hat jiyin. Bûyera ku Husna hat qetilkirin li ber çavên polîsan hat jiyin û polîsan tu mudaxalê nekir. Dema wiha dibe mirov dibejê polîs piştgirî didin van bûyera.”

'Hêviya min ewe ku qîmeta wan ciwana hatibe fêmkirin’

Jina ji ber ewlehiyê navê xwe eşkerê nekir desnîşan kir ku dema berxwedanê de bi saya ciwanên ku li taxan serwerî dikirin, me xwe di ewlehiyê de hîs dikir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di dema berxwedana Sûrê de kesên hişbir nakarîbûn tekevin nava kolanan. Niha ji nêzîkatiya polîsan dîsa dikevin nava kolana û em xwe din ava ewlehiyê de nabînin. Em niha li kolanên xwe nikarin rehet bigêrin. Hêviya min ewê ku gelê Sûrê qîmeta wan ciwana fêm kiri bê.

(mm/dt-hu)