Li Nisêbînê çîroka berxwedanê ya li dijî zilmê: Emîne

09:14

JINHA

MÊRDÎN – Emîne Acar ya di jiyana xwe de sê caran hat surgunkirin tevî polîs li ser bana wê sekinîne jî Nisêbînê terk nake. Emîne di dema qedexeyê de ciwanên hinek ji mala wê dûr tê dikoşiyan, mereqa ku jiya vedibêje.

Li Nisêbînê ji 14’ê Adarê de ye qedexeya derketina derve hatiye îlankirin û li 9 taxa qedexe rabû. Binpêkirinên mafan yên navçeya di bin dorpêçê de bû dertên holê. Dayika Aştiyê Emîne Acar mala xwe ya li taxa Morîs terk nake û seranserê qedexeyê li wir dimîne. Dayika Emîne got: “Em bi mehan di bin îşkenceyê de man. Mirov nekarin ji xweda re derewan bêjin. Miron nekarin rastiyê jî ji mirovan re bêjin. Ezê rastiyê bêjim. “

Emîneyê zarok û neviyên xwe şandin û ew û hevjînê xwe li mala xwe man. Emîne sê caran di jiyana xwe de hatiye surgunkirin û ji gundê Çukurdere ya Kerborana Mêrdînê ye. Emîne ji vir ji ber zextan li gundekî Hezexa Şirnexê bi cih dibe. Piştre sirgunê Nisêbînê dibe. Li Nisêbînê di qedexeya derketina kolanan de ji mala xwe dernakeve û li dijî zilmê berxwe dide. Emîne li kata jor a xaniyê xwe bi şev û roj nobetê digire û jiyanaxwe li vir berdewam dike.

‘Ji Nisêbînê xweşiktir tinebû’

Emîneyê got ji ber cerdevanî qebûl nekirine di 92’an de gundê wan hatiye şewitandin û got: “Gundê me 300 mal bû. her kes belav bû. Du xizmên me bi îşkenceyê qetil kirin. Gundê me şewitandin, me koçî Hezexê kir. Ji wir jî em çûn Nisêbînê. Min sê surgun jiyan. Ji Nisêbînê xweşiktir bajar tinebû. Me nedît lê bila zarok û neviyên me di demên xweş de bijîn.”

'Ne 5 mehan 5 salan jî hun bimînin emê neçin’

Emîneyê got di vê pêvajoyê de hêzên dewletê hatine mala wê lêgerîn kirine û got: “Gotin hunê li vir bimînin. Bû sibeha din hinekên din hatin. Gotin emê li ser mala we nobetê bigirin. Min jî nexwest. Min got emê li mala xwe bin. Wan jî got emê 5 mehan li ser xaniyê we bin. Min got hun 5 salan jî bimînin em ji mala xwe naçin.”

'Çem sekinî, dengê tank û topan nesekinî’

Emîneyê got kurê wê beriya qedexeyê çibûn Iraqê xebatê û got: “Mi neviyên xwe jî bi dayikên wan re şandin. Ez û hevjînê xwe li malê man.hêzên dewletê 3 mehan li ser xaniyê me nobet girtin. Polîs li mala kêleka me diman. Mala cînarên me talan kirin. Hemû alav şikandin, wêran kirin. Her tim xanî dişewitin. Tiştên min dît bila kes nebîne.

Emîneyê got ji her çar aliyê xaniyê wan avêtin dikirin û wiha pê de çû: “Dengê roket û bombeyan li pey hev dihat. Guleyên top û tankan li mala me diket. Nedihiştin em derkevin derve. Ceyran tinebû. Me nanê xwe bi dizî li bodruman lêdixst. Ez niha bawer nakim hatime vê rojê.

Emîneyê di dawiya axaftina xwe de bang li Ewropayê kir ku bila bikevin rêya başiyê û got ew azadiya Abdullah Ocalan yê ku aştiyê ava dike dixwaze.”

(kom\hu)