‘Me girêdayî jiyana jinan dest bi xebatên anketekê kiriye’

09:15

JINHA

COLEMÊRG - Li Colemêrgê Navenda Jinê a Binevşê dest bi xebatên anketekê li ser rewşa jinan kiriye. Koordînatora Binevşê Sozdar Koç diyar kir ku daxwaziya jina bi pîranî ewe ku tundî xilas bibe.

Li Colemêrgê Navenda Jinê a Binevşê ji bo ku hinek ji rewşa jinan agahdarbibin anketek dane despêkirin. Jinan xebatên xwe li taxa Nû dane destpê kirin. Di derbarê xebatên anketê û pirojeyên piştî wê dane pêşiya xwe Koordînatora Binevşê Sozdar Koç nirxandin kir.

Sozdar diyar kir ku ji bo agahdarbuna rewşa jinan wan dest bi xebatên anketê kiriye û wiha axivî: ”Me duh dest bi xebatên xwe kir. Ev du roje em bê navber dixebitin. Di naveroka anketa me de pirsên weke jin di kijan temenî de zewiciye û tindiyê dibîne yan nah ene. Li gorî vê em mal bi mal digerin û bersiva van pirsan jin bi xwe didin. Ya herî zêde tê dîtin mêr jinê pir dixe bin bandora xwe, ev jî jinê ji nava xebatê civakî û ji jinên dinê dûr dixe. Em vê weke tundiya derûnî binav dikin. Dîsa kesên 15 salî 14 salî ku hatin zewicandin hene li gel wî temenî zewicandinê jî tundî pir heye. Armanca me jî ewe ku em daxwazî û gilgazeyên jinan bigirin û li gorî wê cihên perwerdê ji bo jinan vekin.”

Sozdar bilêv kir ku dê piştî vê anketa dayîn despêkirin hinek pirojeyên nû bidin pêşiya xwe û wiha domand: “Emê li gorî encamên anketê pirojeyên nû bidin pêşiya xwe. Di nava xebatên me yên dema pêş me dayî pêşiya xwe de vekirina bazara keda destê jinê jî heye. Em ê bazarek a keda destê jinan vekin, ji bo ku hem keda destê xwe li wê bibînin, hem jî aboriya xwe pêşde bibin.”

Xebatên Navenda Jinê a Binevşê dê heya meha îlonê bê navber bidome.

(zyd/zt)