'Asteng kirina hevdîtinan mafê jiyanê gel tune hesbandine'
09:38
Gûlfîdan Ataman / JINHA
STENBOL - Jinan diyar kirin ku divê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û wiha gotin, "Abdullah Ocalan di bin tecrîdê de girtin û destûrê hevdîtinê ya ligel malbatê nedayîn tê wateyê, demokrasiyê ji holê rakirin, jin û zarok jî navde mafê jiyanê tune hesibandine."
Bi hewla darbeyê re ji 5'ê Nîsana 2015'an de heya niha destûr nedayîna hevdîtina ligel Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan gumanê gelê Kurd her ku diçe zêdetir dike. Li beramberî tecrîda şidandî ya li ser Abdullah Ocalan gel dadikevin qadan û ji bo rakirina tecrîdê di nava çalakiyan de ne. Gel azadiya Abdullah Ocalan dixwaze. Jinên ku bertek nîşanî pêk anîna tecrîdê didin diyar kirin ku divê heyetek bi lezgîn biçe hevdîtinê û gotin heya ew agahiyek digrin dê çalakiyê xwe berdewam bikin."
'Heya em agahiyek baş ji rêbertî negirin em ê di çalakiyan de bin'
Gûrbet Erden destnîşan kir ku ji bo azadiya gelê Kurd divê Abdullah Ocalan serbest bê berdan û wiha axivî, "Heya ku tecrîd û pergala girtîgehê bê guhertin em ê li qadan bin. Heya em agahiyek baş ji rêbertî negirin em ê di çalakiyan de bin." Gûrbetê da zanîn ku dewlet rewşa awerte dike hincet û hevdîtinan asteng dike û wiha pêde çû, "Em êdî têkîldarê tenduristî û jiyanê rêbertî de guman dijîn. Em ji bo rêbertiyê xwe niha li ser piyanin. Dixwazin gelê Kurd tune bihesibînin, lê belê em ê tu carî dev ji têkoşîna xwe bernedin. Azadiya gel û rêbertî bi hev ve girêdaye."
'Asteng kirina hevdîtinê pêvajoya şer dirêjkirine'
Dîlber Aslan anî ziman ku pêk anîna tecrîdê li ser Rêberê PKK'ê dervî rêgezên mirovahiyê ye û wiha got, "Abdullah Ocalan rêberê gelekiye, bi astng kirina hevdîtinê re dixwazin pêvajoya şer dirêj bikin.Abdullah Ocalan di bin tecrîdê de girtin û destûrê hevdîtinê ya ligel malbatê nedayîn tê wateyê, demokrasiyê ji holê rakirin, jin û zarok jî navde mafê jiyanê tune hesibandine. Em ê wek jin û gel destûrê nedin vê yekê. Pergala êrîşê dixwazin avabikin."
'Dewlet cudabûnê birêxistin dike'
Muazzez Tore jî bi lêv kir ku divê tecrîd tavilê bê rakirin û wiha domand, "Pêwîste Abdullah Ocalan tavilê serbest bê berdan û bi gelê xwere hevdîtinê bike. Bi riyê nivîs, deng ango heyetê divê hevdîtin bên kirin. Niha derbarê Birêz Ocalan de her kes bi gumane. Ev yek jî dilê mirovan dêşîne. Tirkiyê dibêje ez ê yekîtiyê avabikim, lê belê niha ne yekîtî cudabûnê bi rêxistin dike.
(tm/odk/rc)