Me jibîr nekir Hurşît Kulter li ku ye?

09:59

JINHA

DÎLOK- Jinên Dîlokê aqûbeta rêveberê DBP’a Şirnexê Hurşît Kulter dîsa pirsîn û diyar kirin ku heya çend roj derbas bibin jî wê aqûbeta Hurşît Kulter pirs bikin.

Rêverberê DBP’a Şirnexê Hurşît Kulter li hember êrîşên qirqirinê taxa xwe berneda û ji 27’ê Gulanê heta niha tu agahî jê nayên girtin. Jinên Dîlokê jî aqûbeta Hurşît Kulterê ku ev 70 rojin windaye pirs dikin. Ji van jinan Vesîle Bayram got: “Dayika Hurşît meraqa kurê xwe dike. Êdî besê em dixwazin fêr bibin Hurşît Kulter li ku ye. Em Hurşît jibîr nakin, heya ku em zanibin Hurşît li ku ye em ê pirs bikin. Kanî? Dewletê çi bi serê Hurşît kir? Hemû cîhanê bihîst ku Hurşît windayê. Bi salane mirovên me tên windakirin û şewitandin, êdî ev sal ne ew salin tu riyên dewletê nînê bila windayiyên me derbixin. Hêzên dewletê Hurşît sax bir bila dîsa sax bînin.”

Hediye Gumuş jî got ku her diçê dixwazin Hurşît bidin jibîr kirin û wiha berdewam kir: “Hurşît li ku bê derbixin mirî jî be girtî jî em Hurşît dixwazin. Dewlet dibê qêy em ê ji bîr bikin, na heya dayikên dilşewat hebin dê dayik ji bo zarokên xwe qîr bikin, ve tu car jibîr nekin. Mafê tu kesî nîne ku dilê dayika bi rengî bi şewitînê. Xwedê ji tu kesî re nahelê û we bi çi mafî Hurşît winda kir.”

Ayten Ozkan bi lêv kir ku her çiqas dem derbas bibê bila bibê em encama Hurşît pirs bikin û wiha axaftina xwe ber bi dawî bir: “Tenê ne malabata Hurşît meraq dike em hemû meraq dikin. We çi kir ji Hurşît bêjin, 2 meh, 2 sal heya 200 sal jî derbas bibê em ê Hurşît pirs bikin. Hun nikarin Hurşît bi me bidin jibîr kirin. Ez wek dayik kî ji dayika Hurşît re sebir dixwazim. Dewletê Hurşît sax bir em sax dixwazin.”

(pz/dt-hu)