'Em ê li hember xirakirinê li Şirnexê bin’
11:14
JINHA
ŞIRNEX –Malbatên ev 146 rojin li Şirnexê li berxwe didin û malbatên bi zorê ji malên xwe hatin derxistin gotin: “Dema qedexeya derketina derve’ her tişt li ber çavên me hat jiyan din. Em hem bûn berxwedana bi destan û hem em şahidê zordestiya dewletê ne. Dewlet bi kêyfî bajar xira kir ji bo em bikevin pêşiya van xirakirina divê em herin Şirnexê.”
Gelê Şirnexê piştî 14’ê Adarê ‘Qedexeya derketina derve’ hat îlan kirin, dewletê hemû bi zorê ji malên wan derxistin. Piştî daxuyaniya rayêdarên Tirkiye gotin ‘Operasyon’ bi dawî bûn, hîn jî destura ketin û derketina Şirnexê qedexeye. Li gel ku hêzên dewletê li Şirnexê xirakirinê berdewam dikin, welatiyan bertek nîşanî xirakirinê dan û welatiyan bang kirin ‘ bila hemû Şirnexî vegerin ser axa xwe.’ Ayşe Îşlek a ku di dema dorpêçan de dev ji Şirnex berneda, diyar kir ku ji dema ‘Qedexeya derketina derve’ hatî îlan kirin ew ji Şirnex derneketiye û got ku ew dibin pêvajoyên zêhmet de derbasbûne.
'Min got ez dev ji axa xwe bernadim’
Ayşe bi lêv kir ku wê 4 mehan li tunebûna zeviyên Şirnexê temaşê kiriyê û ev tişt anîn ziman: “Em li nava Şirnexê bûn. Hemû zilm li ber çavên me hat jiyan din. Em hem bûn şahîdê destan û hem bûn zordestiya dewletê. Carna parçeyên topan diketin mala min. Dîsa jî min mala xwe neterikand. Polîs hatin mala min ji min re gotin ‘Tu çima dernakevî.’ Min jî ji wan ev bersiv da ‘Ez tu car dev ji axa xwe bernadim, ma hûn dikarin dev ji axa berdin. “
'Ji bo pêşî li xirakirinan bigirin bên Şirnexê’
Ayşe da zanî ku piştî daxuyaniya rayêdarên dewletê ‘ Operasyon bi dawî bû’ hat kirin jî ketin û derketina Şirnexê tê qedexekirin û wiha axaftina dom kir: “Destur ne dayîna dewletê ya ketina Şirnexê ji bo ku malên saxlem jî xira bikine. Gelek xizmên me bi îmkanên xwe vedigerin Şirnexê. Ji alîyê hêzên dewletê ve hemû rêyên ketina Şirnexê tên asteng kirin û destur nadin ku malbat vegerin malên xwe.” Ayşe: “ Gelek malabatan ji naçarî di panavan de ketin Şirnexê. Ez bangî malbatên ji derve main dikim bila hemû kes vegerê malên xwe ji bo dewlet dest ji xira kirina Şirnex berdê. Dewlet bi kêyfî mala xira dikê. Bila malbatên ku bi zorê hatin derxistin vegerin Şirnexê.”
(aı-sg/dt-hu)