Li Bismilê semînera tenduristiyê ya 14 hefteyî hat temamkirin
11:30
Tebax
5
/ 2016
JINHA
AMED – Ji aliyê Midûriyeta Xizmetên Malbat û Jinan ve semînera perwerdehiya tenduristiyê ya 14 hefteyî hat temamkirin.
Midûriyeta Xizmetên Malbat û Jinan a di bin bana Şaredariya Bismilê de faliyetan dimeşîne, li Navenda Jinan a Nujîn semînereke jinan a14 hefteyan berdewam kir, temam kir. Semînera ji bo xebatkarên jin yên şaredariyê hatine dayîn bi modul, materyalên dîtbarî hatin dayîn. Ji bo jinan di mijarên tenduristiya giştî de, mafên zayendî, mafên welidînê, dayika bi ewle, menopoz û her wekê din de perwerde hat dayîn.
(dc\hu)