Ji azadiya Minbicê re kêmek maye

11:50

JINHA

MINBIC – Pêşdeçuna şervanên Meclisa Minbicê her diçe bi lez berdewam dike ji sedî 80’ê bajêr ji çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin.

Hamleya Azadiya Minbicê ku di 1’ê Hezîranê de ji aliyê Meclisa Leşkeriya Minbicê ve hatî despêkirin bi hemû leza xwe berdewam dike. Li gorî agahiyên ku Meclisa Leşkerî dayîn ji sedî 80’ê bajêr azadbûye. Di asta şerê bajêr de tenê DAIŞ di nava bajêr de mane. Her wiha ji ber ku DAIŞ nikare lojistik, takviye û cepane bigire dikeve zorê û hinek jî teslim dibin.

Tayîbetî tiştên ber kamerayên me ketine moralê bilind ê şervanane. Wekedinê peyîwirdarên parastinê welatiyan digihinin qadên bi ewle, çete jî malên welatiyên derdikevin didin ber agir.

(zt)