Gelê ji zilma DAIŞ’ê xilas dibe direve azadiyê

11:52

JINHA

MINBIC – Şervanên Meclîsa Mînbîcê operasyonên ji bo rizgarkirina gelê di bin esareta DAIŞ’ê de ye xilas bikin berdewam dikin û çete jî gelên ji bajar derdikeve gulebaran dike. Şervanên meclîsê jib o sivîlan korîdora ewlehiyê vekirin û ji bo rizgarkirina gel operasyonan berdewam dikin.

Ev demeke şervanên Meclîsê ketin bajarê Mînbîcê û gel berê xwe dan qadên rizgar kirî. Her hatin bi hem bi kelecan û hem jî azadî tijebû. Lê tirs jî ji dilêdana dilê wan dihat fêm kirin. Sedem çiye? Ji ber ku DAIŞ ji vî gelê ku ti carî hez nekir, reva wan ya ji bo qadên azad wek îxanet dît û di vê navberê de jî lê dide. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Mînbîcê ku vê rastiyê baş dizanin, ji bo tahliyekirina bi ewle ya gel dem di dem pêşketina pêngavê jî da sekinandin.

Şervanê meclîsê Gellî Baran wiha dibêje: “DAIŞ ya bêçare maye sivîlan ji xwe re dike mertal. Ger nebin jî wan qetil dikin.” piştî vê gotinê di dîmenan de hat dîtin ku gelê ku direviyan qadên bi ewle ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve bi karnas û keleşan hatine gulebarankirin. Qêrîn, rondik, lorîn, tirs û bêçaretî tevlî hev bû. piştre şervanên meclîsê bi çeteyên DAIŞ’ê re ket pevçûnê. Di pevçûnê de gelek çeteyên DAIŞ’ê hatin qetilkirin. Piraniya gelê sivîl birîndar bû. hinekan jî jiyana xwe ji dest da. Bi sedan Mînbîciyên rizgar bûn jî bi rondikan ji şervanan re dua kirin.

(dy\hu)