KJA ya Colemêrgê li hember tecrîdê di çalakiyan dene

13:06

JINHA

COLEMÊRG - Li Colemêrgê KJA’yê bi bi civîna çapemeniyê tecrîta li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kir.

Li her deverên Kurdistan, Tirkiye û cîhanê bertekên ji bo girankirina tecrîta li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan her diçe mezin dibin. li Colemêrgê Kongreya Jinên Azad (KJA) yê jî bi civîna çapemeniyê tecrît şermezar kirin. Di civîna çapemeniyê de Berdevka KJA ya Colemêrgê Nurcan Aktaş axivî.

Nurcan diyar kir ku ew ji ewlehiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê agahîne, weke jinên kurd ew vê napejirînin, ji bo wê jî dê her dem di nava çalakiyan debin û wiha gotin: “Li Tirkiyê rojên herî tarî tên jiyan kirin. Piştî darbeya leşkerî zemînê Îktîdarbûyinê hat ava kirin. Bi vî awayi dixwazin ku rê û rêbazên demokrasî yê ji holê rakin. Em ji tendûrîstî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigumanin. Divê di demek kin de li gel Birêz Abdullah Ocalan hevdîtin bên kirin. Divê Tecrita li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan bilez bê rakirin û hikumet bilez der barê rewşa Abdullah Ocalan de agahiyên heyî bi raya giştî re parve bike. Jin, ciwan û gelê me hemû ji tendûristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigumanin. Heya ku hikumet bersivê nede van daxwazên me weke jin emê helwesta xwe nîşan bidin û çalakiyên xwe berdewam bikin.”

(zyd/zt)