Ji Emrahê ku hat binçavkirin agahî nayê girtin

13:36

JINHA

AMED - Li Licê Emrah Onkol (26) ê ku di serdegirtinên malan ên bi "qedexeya derketina derve" de hat binçavkirin, ev 3 roj e tu agahî jê nayên girtin. Qereqola cendirme û muduriyeta polîsan a navçeyê îdia dike ku kesekî wisa ne li gel wan e û her wiha Hayriye Onkol a ku hevjînê wê Emrah Onkul li ber çavê wê hat binçavkirin, ji jiyîna hevjînê xwe bi şik û guman e.

Li Licê ya Amedê bi "qedexeya derketina derve" ya 3 roj berê re, leşkerên ku bi ser gundê Çemê Elika de girtin, Emrah Onkol ê 26 salî binçavkirin û ev 3 roj e tu agahî ji Onkol nayên girtin. Malbata Onkol ê ku ji aliyê leşkeran ve di 2'yê Tebaxê de hat binçavkirin, ji bo aqûbeta wî serî li qereqola cendirme û muduriyeta polîsan dan, lê bo wan tu agahî nehat dayîn. Her wiha parêzerê ku ji bo aqûbeta Onkol li Muduriyeta Polîsan a Licê geriya bo wî wiha hat gotin, "Kesekî wisa ne di binçavan de ye. Hayê me jî jê tune."

'Em ji jiyîna wî bi şik û guman in'

Hayriye Onkol a ku hevjînê wê li ber çavê wê hat binçavkirin wiha got, "Ji ber li gund qedexe hebû, ez û hevjînê xwe li malê rûniştî bûn. Ji nişkave leşker ketin hundir, nasnameyên me hemûyan xwestin. Piştî lêgerîna nasnameyan ji hevjînê min re gotin, 'Lêgerîna te heye, divê tu bi me re werî.' Ev 3 roj e em tu agahiyê jê nagirin. Em ji jiyîna wî bi şik û guman in. Dema wî birin, gotin em ê herî dereng heta êvarî agahiyê bidin we, lê ev 3 roj e em nizanin li kuderê ye."

Onkola ku got, "Nizam hevjînê min dijî an na" bang li rayedaran kir, da derbarê aqûbeta wî de demildest daxuyaniyekê bidin.

(ekîp\hu)