ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
*Dayika Hacer a ku di nava taxên xirabe de hem şivanî hem jî bêrîvaniyê dike got: "Dewletê derfetên hilketina zozanan ji bo me nehêlaye. Zozanên me li me qedexe dikin."
*Nobeta Azadiyê ya ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin didome. Yuksel Karahan ya ji roja destpêka nnobetê de beşdar dibe got: “Ger em agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah ocalan negirin emê laçikên reş girêdin. Wateya vê girane. Divê baş bê fêmkirin. Em dayik dema reş girêdin, dema em agahî ji rêbertiya xwe negirin wê ti kes rehet ranezê. Me hîna jî dest ji laçikên xwe yên sipî bernedaye. "
*Safiyeta Aglaman ku li Nisêbînê di êrîşên dewletê yê 134 rojî de mala xwe terk nekir, diyar kir ku 20 sal berê ji ber zextên dewletê ji gundê xwe koç kirine û got: “Nêzîkatiya Kurdan a li dijî Kurdan ti car neguherî. Ji ber wê ji berxwedanê wêdetir ti rê nîne.”
*A.T dema li bejahiya Gimgimê digeriya di encama bombebaranê de birîndar bû û tiştên ku jiya parêzer Eren Keskînê vegot. A.T bi birîndarî hat binçavkirin û rastî îşkenceya zayendî hat.
*Xwedavenda Hîndu û Budîstan ya dijî Kumarî ji zarokên keç yên temenê wan di navbera 2-5’an de diguhere tên hilbijartin. Zarokên keç ên piştî reglî dibin pîroziya xwe winda dikin, jiyana zehmet piştî wê destpêdike. Zarokên keç ên temenê xwe di nav xizanî û tenêbûnê de diborînin, jiyan ji bo wan vedughere ezmûnek yê jiyanê.
*Gelê Sûrê berxewdana kuş op li kolanan hişt didin jiyandin û zarok jî stranên ku ji wan mane vedibêjin.
*Şopdarê heqîqetê, gerîla û rojnamevan Denîz Firat. Denîz li qontarên çiya û şivanrêkan ji bo rastî ji gel re raghîne di nava şer de cih digre û wiha dibêje, " Li van kendavan li dengê Bêrîtanê digerim, jinên ku dane ser şopa wê. Ji ber ku wê ev çarenûs ji bo xwe û hemû jinan nepejirand. Ew bû evînek cûda di van kendavan de."
*Meclîsa Jinên Êzidî ya Şengalê bi daxuyaniyek nivîskî kêfxweşiya xwe li hember xwedî derketina li çalakiyên 3'ê Tebaxê anî ziman û banga tevlîbûna konferansa navneteweyî ya jinên êzidî kir.