Jînên Rojhilatî jinên Êzidî ziyaret kirin

13:49

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî nûçeya ROJNEWS 'ê duh êvarê bi pêşengiya Komelgeya Jinên Rojhilatê Kurdistan (KJAR)’ê, ji bo şermezarkirina komkujiya Şengalê û revandin û bazirganîkirin bi jinên Êzidî re jinên Rojhilat serdana Kampa Aştî ya Erebetê kirin. Komîteya Çalakiya Jinên Komele û Rêxistina Asûde jî bi KJAR’ê re serdana kampa Aştî kirin.

Li ser navê hemû rêxistinên jinan, Bêrîvan Şaho daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat gotin: “Em wek Rêxistinên jinên Rojhilat êrîşa DAIŞ’ê û hevkarên wê di roja 3’ê Tebaxa 2014’an de ya li dijî Şengalê şermezar dikin. Di encama vê êrîşê de bi hezaran kes ji cih û warên xwe bûn. Bi sedan jinên Êzidî ketin destê çeteyên DAIŞ’ê û heta niha jî der barê çarnûsa wan de ti agahî nîne. Rojane di bazarên welatên Erebî tê firotin. Em daxwaz dikin ku her kes ji bo azadkirina wan jinan bikeve nava liv û tevgerê.”

Bêrîvanê di berdewama daxuyaniyê de bal kişande ser avabûna hêzên parastina jinan li Şengalê û got ku ev yek ji bo wan cihê kêfxweşiyê ye ku pêşî li fermanên din were girtin.

Jinên Rojhilat di dawiya daxuyaniyê de sê xal ji bo NY û Hikûmeta Herêma Kurdistanê destnîşankirin ku wiha ne;

Pêwîste roja 3’ê Tebaxê bi fermî wek roja Komkujiya jinan û jenosîd were naskirin.

Pêwîste jinên ku heta niha di destê DAIŞ’ê de dîl girtîne, werin rizgarkirin.

Divê tewanbarên vê komkujiyê werin dadgehîkirin û ceza ji wan re were dayîn.

(dt/rc)