Li Efrînê kampanya îmzeyan bi dawî bû

15:05

JINHA

EFRÎN-Komîteya Pêwendiyên dîplomatîk a Kongreya Star dawîkirina kampanya îmzeyan a 'Pêngava Şikandina Tecrîda Îmraliyê' ya li Kantona Efrînê ragihand û diyar kir ku ew ê xebatên ji bo azadiya Abdullah Ocalan dewam bikin.

Kongreya Star li Kantona Efrînê jî ji bo dawîkirina tecrîda Îmraliyê xebatên hevdîtin bi rêxistin, sazî û partiyan dabû destpêkirin. Di daxiyaniya ku ji hêla endama komîteyê Hêvîn Hisên û rêvebera Weqfa Jina Azad Nesrîn Mihemed ji çapemeniyê re hate dayîn de hate ragihandin ku kampanya gihîtşiye encama xwe. Hêvînê got, "Tecrîda ku li ser Rêber Apo tê meşandin, em wek jinên Kongreya Star li Kantonê şermezar dikin. Ji bo ev tecrîd dawî bibe, em li kantona Efrînê jî di çarçoveya kampanya îmzeyan tevgeriyan, me bi rêxistin û saziyên sivîl, bi taybet rêxistinên mafê mirovan û hwd. re hevdîtin kir. Me di Kantona Efrînê de komkirina îmzeyan wek encama ku dixwest bi dawî kir. Lê belê dê xebatên me ji bo azadiya Rêber Apo û herwiha ji bo dawîkirina tecrîdê bidome."

Hêvînê got, "Rêberek wek rêber Apo bi pêşbînî, felsefe û projeyên xwe di Rojhilata Navîn de aktoreke mezin ê siyasî ye. Beriya ku plana PRO (Plana Rojhilata Navîn a Mezin) bixin meriyetê, Rêbertiya me girtin. Ev esaret di esas de yekemîn mudaxeleya li Rojhilata Navîn bû."Di dewama daxuyaniyê de Hêvînê bal kişand ser rewşa dawî ya li Tirkiyê û wiha pêde çû, "Piştî darbeya leşkerî ku gumanên me ji bo rewşa Rêbertî pir zêde bûne, heya niha nehiştine ku kesek serdana Îmraliyê bike. Erdogan di siyaseta hundirîn û derve de îflas kiriye û eşkere ye ku heya dîsa dest bi pêvajoyeke demokratîk û aştî ku navenda wê Rêbertî be, nekin dê ji vê rewşê xilas nebin."

Hêvînê di dawiyê de wiha got, "Em jinên li Kantona Efrînê heya dawî ji bo azadiya Rêber Apo di nav liv û tevgerê de bin. Em ê bi rêya hemû rêxistinên xwe yên siyasî, leşkerî, civakî û çandî di vê pêvajoyê de beşdarî bikin heya ku Rêbertiya me azad bibe û civakeke azad û demokratîk ava bikin dê têkoşîna me berdewam bike. Rêxistinên mafê mirovan bi taybet jî CPT derbarê Rêberê mede divê bi berpirsyarî tevbigere û encamê hevdîtinê xwe divê bi raya giştî re parvebikin."

(fr/lç/rc)