Dayikên Aştî hember tecrîdê dest bi grevê kirin

15:37

JINHA

EFRÎN – Li Kantona Efrînê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Dayikên Aşîti yên Kantona Efrînê û endamên Konreya Star dest bi greva birçîbûnê kirin.

Ji 5'ê Nîsana 2015'an vir ve li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tecrîdeke giran kirî tê meşandin û piştî hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê, derbareyê rewş û ewleyiya Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan şik û gumanên gel zêde bûne. Bi armanca şermezar kirina tecrîdê Dayikên Aştî û endamên Kongreya Star li navçeya Şiyê ya Kantona Efrînê dest bi greva birçîbûne kirin. Jinên ku li Qada 19'ê Tîrmehê bi daxuyaniyek dest bi çalakiya grevê kirine wê heya îro saet 18.00'an dewam bike.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Endama Rêveberiya Kongreya Star Hesen Zaxoyê ve hatî xwendin de wiha hat gotin, "Hikûmeta AKP’ê û welatên komploger, dixwazin dawiyê li fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bînin. Lê belê em weke jinên Rojava, em ji wan re dibêjin ku hûn çiqas hewl bidin hûnê nikaribin ku fikrê rêber Apo yê ku li nava civakê hatiye bicikirin, tine bikin. Em weke jin em dê li hember van kiryarên we bê deng nemînin. Heta ku azadiya rêberê me were bidestxistin, em ê çalakiyên xwe bidomînin.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li rêxistinên mafê mirovan û konseya ewlekariyê ya NY dikin ku, li hemberî tecrîdê bêdeng nemînin û helwest nîşan bidin.

Tê payîn çalakiya grevê bi meşek girseyî bi dawî bibe.

(fr/rc)