Ji bo endama YPS’ê Mevlûde Bozkurt mewlud hat dayîn
16:25
JINHA
WAN- Ji aliyê Malbata endama YPS’ê Mevlûde Bozkurt (Raperîn Rojîn) ve ku di berxwedana Cizîrê de jiyana xwe dest dayî mevlud hat dayîn.
Mevlûde Bozkurt ( Raperîn Rojîn) a ku di rêvberiya cewheriya Cizîrê de jiyana xwe ji dest dabû pêşî li goristana bekêsan a Silopî hat definkirin û piştî 6 meha nasnama Mevlûde Bozkurt diyar bû ji aliyê malbatê ve li Wanê mevlud hat dayîn. Mewluda li taxa Bostaniçi ya ku navçeya Îpekyola giredayî navênda Wanê Hevseroka HDP’a Wanê Gulîstan Orhan, parlemêntra Hevserokatiya DBP’a Wanê Nazmiye Acar, hevşaredarên navçeyê, rêvebirên DBP’ê û HDP’ê nûnerên MEYA-DER û TUHAD-DER’ê KJA’a Meclîsa Dayikên Aştiyê û bi sedan welatî tevlî bûn. Wesaîtên zirxî dema mewlud dihat xwendin di dora konê şînê de hatin û çûn û ji bo al û wêneyên bi konde hatin daleqandin demek kin alozî hat jiyandin. Piştî duayê di mevlûdedê hatin xwendin ji bo bîranînên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dayîn deqiqeyêk rêzgirtin hat girtin. Di mewlude dê Hevseroka MEYA –DER’ê Nerîman Urar mafê axaftinê girt û got ku serê malbatê saxbê û sekna polîsan yan li mewlude dê dê rexnekir.
' Serê me bilinde’
Nerîman diyar kir ku ew dixwazin mirin bi dawî bibin tekoşerên têkoşînê slav kir. Piştî we Hevseroka HDP’a Wanê Gulîstan Orhan axivî û got ku serê gelê Kurd saxbê. Li ser navê malbatê Ramazan Bozkurt axivî û bi lêv kir ku ew bi Mevlûde serbilindin û sersaxî ji hemû gelê Kurd xwest.
(ng-bk\dt-hu)