Jinek di mala xwe de bi aweyek hovane hat qetilkirin
17:13
JINHA
KOBANÊ - Li Kantona Kobanê jina bi navê Sakîne Wêso Bedirxan di mala xwe de bi awayek hovane kuştî hat dîtin. Derbarê kuştina Sakîne de lêkolîn hatiye destpêkirin.
Di roja 4 Tebaxê de li Taxa Gumrik a şehît Fîraz ya Kantona Kobanê jina bi navê Sakîne Wêso Bedirxan di mala xwe de bi awayeke hovane kuştî hate dîtin. Sakîne ya ku beriya 5 mehan zewiciye û temenê wê 20 salî ye bi awayeke dij-mirovî hatî qetilkirin. Li gorî agahiyan şopên darbeyên kêran ser canê Sakîneyê hatî dîtin û derbarê bûyerê de hîna tu agahiyên zelal ne hatine bi dest xistin. Hevjîna Sakîneyê Azad Mihemed têkîldarê bûyerê qetilkirina hevjîna xwe wiha got, "Serê sibê zû ez çûm, ser kar. Dema ez ji mal derketim hevjîna min hîna razayî bû. Karê min serê sibê di saat 6'an destpê dike. Ez ji ber wê zû ji mal derketim. Êvarê dema saat 6'an de ez hatim mal, min li derî da kesî derî venekir. Piştî ku bi alîkariya cîranan me derî vekir. Ez çûm hundir û min dît ku hevjîna min li erde ye. Min hewar kir û ez reviyam derve. Piştî wê cîran û asayiş hatin malê. Cenazeyê Sakîne rakirin nexweşxana Kobanê. Lê di canê wê de şopên kêran hebû û qirika wê jî jêkiribûn. Lê ez nizanim armanca kesên ku Sakîne kuştine çiye. Ez hêvîdarim ku demek beriya demekê kujerên Sakîne werin dîtin û darizandin."
Li gorî agahiyên ku Kongra Star dayî, lêpirsîn ji aliyê Asayişa Gel ve hatiye destpêkirin û ger kujer werin dîtin û agahiyên zelaltir bi destkevin, wê ji niştecihên Kobanê re werin eşkere kirin. Cenazeyê Sakîneyê li goristana Kobanê hate definkirin û lêpirsîn hîna didome.
(bs/en/rc)